Gelê Amedê diherike ser sindoqan 2018-06-24 10:36:08   AMED – Li Amedê li gel ku deng dayîn bi bêrêbaziyê dest pê kir jî gel diherike ser sindoqan.    Li navenda Amedê hezar 34 sindoq li dibistana hatin ava kirin û deng dayînê saet 08.00’an dest pê kir. Gelê  Amedê li gel hemû bêrêbaziyê jî diherike dibistanan û dengên xwe bikar tînin. Gelê Amedê ji saet 06.00’an ve herikî baxçeyên dibistanan û li benda vekirina sindoqan bû.    HEYETÊ HÎLEYAN ZEFT KIR    Li bajêr hîleya ewil li dibistana Seretayî ya Akkoyunlu ya li taxa Peyasa navçeya Peyasê ya Amedê xwe da der. Heyeta Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT) pusulayên bê mohr zeft kir û hîleyê bi vê dest pê kir. Heyetê vê hîleyê di rapora xwe de qeyd kir. Li hundirê dibistanê jî polîs hatin bicihkirin.    Hat zanîn ku li dibistana Seretayî ya Yunus Emre navçeya Rezanê peywîrdarên AKP’î ji bilî xwe peywîrdarên dibistanên din bernedan hundir. Li ser hewldanên komîsyona hiqûqê ya HDP’ê peywîrdarên wan li ser sindoqan cihê xwe girtin.    ZERFÊN VALA HATIN GIRTIN    Li dibistana Seretayî ya Mesût Yilmaz jî kesê bi navê Cengîz Çîçek bi zerfê vala yên di destên xwe de geriya. Peywîrdarên HDP’ê û CHP’ê yên li ser sindoqê wî girtin. Kesê hat desterkirin wî radestî polîsan kirin. Çîçek îdia kir ku Desteya Hilbijartinê ya Rezanê wî peywîrdar kiriye. Lê Desteya Hilbijartinê ya Rezanê îdiayê derewand û got ku wan peywîrdariyek wiha nedaye tu kesî.    Namzetê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek jî çûn dibistanê û geşedanan ji nêz ve şopandin.