Dayika 107 salî dengê xwe da 2018-06-24 09:51:58   ÊLIH – Li Êlihê dayika 107 salî Kumrî Agdemîr çû ser sindoqê û dengê xwe da.    Li tevahiya Tirkiyeyê dengdayinê saet li 08.00’an destpê kir. Li Êlihê, di saetên zû de hemwelatî li ber derê dibistanan kom bûn. Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’yê Ayşe Acar Başaran li taxa Bağlarê li Dibistana Navîn a Selçuklu dengê xwe da.    Hemwelatiyên temen mezin jî zû çûne ser sindoqan û dengên xwe dan. Dayika 107 salî Kumrî Agdemîr a ku bi zorê dimeşiya jî dengê xwe da. Dayika Kumrî ku bi alîkariya lawê xwe hate ser sindoqê û bi zorê diaxifî wiha got: “Ji bo HDP bendê derbas bike ez hatim ser sindoqê. Çi bi xêr be bila ew be.”   Li dibistanên ku li gorî astengdaran nehatine dizayn kirin, di dema dengdayinê de jî gelek zehmetî hatin kêşandnin.