Cerdevanan peywirdarên sindoqan yên HDP’yî asteng kirin 2018-06-24 09:38:06   AMED – Li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo peywirdarên sindoqan yên HDP’yê asteng bikin cerdevanan riya gundê Totana (Koçkar) girtin.    Li temamê Tirkiyeyê û bajarên herêmê dengdayinê  destpê kir. Li navçeya Pasûrê ya Amedê cerdevanan peywirdarên HDP’yê yên sindoqan asteng kirin. Cerdevanan riya gundê Totana (Koçkar) ku nêzî 30 kîlometre dûrî navçeyê ye girtin da ku 2 peywirdarên HDP’yê nekevin gund.    Gundê ku Serokê Navçeyê yê AKP’yê Amil Yatçi jê ye, cerdevanan her wiha heqaret li HDP’yiyan kirin. Hate ragihandin ku peywirdarên HDP’yê hêj li ketina gund têne rawestandin.    HDP’yiyan ev rewş ji Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê re ragihandin. Piştî hevdîtinan peywirdaran ragihandin ku bi cerdevanan re hevdîtin kirine û HDP’yî dikarin bikevin gund.    Lê ligel vê yekê jî ji ber telefonên HDP’yiyan girtîne nehat hînbûn bê peywirdarên sindoqan ketine gund an na.