Dengdayinê destpê kir 2018-06-24 09:02:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemû bajarên Tirkiyeyê û herêmê saet li 08.00’an dengdayinê destpê kir. 56 milyon û 322 hezar û 632 hilbijêrên li welêt dijîn dê li 180 hezar û 65 sindoqan dengên xwe bikar bînin. Dengdayin dê saet li 17.00’yan bi dawî bibe.    Bi li hevkirina AKP û MHP’yê di 18’ê Nîsanê de biryara hilbijartinê hate dayin. Piştî xebatên hilbijartinê yên 2 mehan, hemwelatî li hemû bajarên Tirkiyeyê û herêmê ji bo Hilbijartinên Serdema 27’emîn a Parlamenteriyê û Serokomariyê çûne ser sindoqan. Li gorî daxwuyaniya Lijniya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li hemû bajaran dengdayinê saet li 08.00’an destpê kir û dê saet li 17.00’an bi dawî bibe.    Li nava welêt û derveyî welêt 59 milyon û 354 hezar û 840 hilbijêr hine. Ji vana 56 milyon û 322 hezar û 632 li welêt dijîn. Dê ev hilbijêr di 180 hezar û 65 sindoqan de dengên xwe bidin. Hilbijêr divê bi nasnameyên fermî biçin ser sindoqan.   Ji hilbijêran 3 milyon û 47 hezar û 323 welatî li derveyê welêt dijîn. Li 60 welatî û li 123 nûnertiyan ji 7’ê Hezîranê heya 19’ê Hezîranê welatiyên li derveyê welêt dengên xwe dabûn. Li Deriyên Sînoran ango gumrukan jî dengdayin îro heya saet 17.00’an dê bidome.    Hilbijêrên ku nizanin dê li kuderê dengên xwe bidin, dikarin li ser malpera YSK’yê ji vê lînkê hîn bibin: “https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtici.jsp”