Mezûnên MSGSU'yê: Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin 2018-06-24 08:53:09   STENBOL - Her çend niha biryara veguhastina Konservatûara Dewletê ta MSGSU'yê hatibe taloqkirin jî, xwendekarên mezûn bûne destnîşan kirin ku ew ê nehêlin ku wan ji kelepûra wan dûr bixin û ew ê xwedî li avahiya konservatûarê derkevin.    Bi mebesta firehkirina Ofîsa Xebatê ya Serokwezîrtiyê, biryara tehliyekirina avahiya Konservatûara Dewletê ya Zanîngeha Hunerên Ciwankariyê ya Mîmar Sînanê (MSGSU) hat dayîn. Li gorî biryarê dê avahî di 12'ê Hezîranê de bihatana valakirin, lê belê paşê biryar hat dayîn ku dê di 26'ê Hezîranê de bê valakirin. Piştî vê biryarê gelek derdor bertek nîşan dan. Xwendekarên mezûn ên konservatûarê destnîşan kirin ku ew ê nehêlin ku avahî bê valakirin.    Mezûnê MSGSU'yê şanoger Emîr Çûbûkçû, diyar kir ku bi vî awayî êrîşî qadên azad dikin û bi vê biryarê edaalet û hiqûq tê binpêkirin. Çûbûkçû destnîşan kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û got: "Ev der gelek hunermendên hêja gihandine. Bîranînên me hemûyan li vira hene û em li vira hînî pîşeya xwe bûn."    ‘DIVÊ DEV JI VÊ BIRYARÊ BÊ BERDAN'    Çûbûkçû, destnîşan kir ku ew ê li hemberî biryara ku hatiye dayîn rawestin û got: "Baxçeyekî me yê çayê hebû, ew jî girtin. Derbaseyek hebû, ew jî rakirin. Muzeyek hebû, niha deriyê wê girtiye. Niha dor hat me. Li devereke Stenbolê ya herî xweş hebûna saziyeke hunerê li hesabê rêveberan nayê. Niha bala civakê hemû li hilbijartinê ye., di vê rewşê de dixwazin bêyî hayê kesî jê hebe me ji vira derxînin. Lê em ê xwedî li vira derkevin."    Mezûnê MSGSU'yê şanoger Anil Tûnç Karaersal jî diyar kir ku bi taybetî jî ev biryar di dema hilbijartinê de dan û got: "Ji bo wan huner, aştî, qencî ne girîng e. Mirovên 30 sal in li vira perwerdehiyê didin, mirovên hunermendan digihînin niha ji mala wan, ji hêlîna wan derdixînin. Min 5 sal li vira xwend. Ev der mala min e. Naxwazim ji vira derkevim. Dixwazin me ji kelepûra me dûr bixînin. Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin."