ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-24 08:52:01     * Cotkarên li Kazanliya Mêrsînê karê serayê dikin, yeko yeko dev ji kar berdidin. Serokê Yekîtiya Hilberîneran Tansel Îzgî got: "Di salên dawî de toxim ji sedî 130-140 zem xwar. Toxim bûye 3 lîre. Maliyeta donimekê 6 hezar lîre ye. Naylon bûye 20 lîre. Êdî em nikarin îdare bikin."    * Her çend niha biryara veguhastina Konservatûara Dewletê ta MSGSU'yê hatibe taloqkirin jî, xwendekarên mezûn bûne destnîşan kirin ku ew ê nehêlin ku wan ji kelepûra wan dûr bixin û ew ê xwedî li avahiya konservatûarê derkevin.    * Dê li hemû herêman hilbijartin bê şopandin.