Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin 2025-05-23 14:06:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bi pêşengtiya Weqfa Barçayê projeya “Lîga Hêviyê” hate destpêkirin.    Tîma Futbolê ya Barcelonayê ku tîma Herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê ye û li cîhanê tê naskirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê “Lîga Hêviyê” dide destpêkirin.    Li gorî nûçeya li ser malpera fermî ya Weqfa Barçayê, weqfê bi hevkariya La Caserna, Enîstîtuya Bêtundîtiyê NOVACT, UPP, Doz International, IDare û Casa Nostra Casa Vostra’yê projeya “Lîga Hêviyê” ku dê di 25’ê Hezîrana 2025’an dest pê bike û heta 2026’an bidome didin destpêkirin. Bi projeyê tê xwestin ku xwe bigihînin zêdetirî 600 zarokên temenê wan di navbera 8-14 salî de.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku hedefa projeyê ne tenê futbol e û yek ji armancan jî pêşîlêgirtina gotinên nefret û tundiyê ye. Di nûçeyê de hate gotin ku xebata ewil di Nîsanê de li herêmê hatiye kirin û lîstikvanê futbolê yê Barcelonayê yê berê Oleguer Presas li Kobanê, Hesekê, Reqa, Tirbespiyê, Hewlêr û Silêmaniyê ji bo kadroyên dê zarokan bigihînin perwerde daye.    Her wiha gelek aktorên navneteweyî jî bi dilxwazî piştgiriyê didin projeyê.