Îdîaya leşkerê bi zorê leşkertî dikir, întîxar kir 2018-06-23 15:16:05   MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku welatiyê 20 salî Galîp Alkan ê li Kutahya bi darê zorê leşkertî dikir, întîxar kir.    Hat îdîakirin ku welatiyê 20 salî Galîp Alkan ê ji navçeya Midyata Mêrdînê ku 4 mehbûn leşkeriya wî xelas bibe û li Kutahyayê bi darê zorê leşkertî dikir, di nobetê de "întîxar" kir. Cenazeyê Alkan ê destpêkê anîn Bursayê, ji wir jî anîn Amedê û dûre anîn memletê wî Midyatê, piştî karên otopsiyê li goristina Goma Beyazsu ya Midyatê hat deftinkirin.    ÎDÎAYA BERÎ MIRIN XWESTIYE BIÇE NEXWEŞXANÊ   Hat îdîa kirin ku Alkan berî bimire ji fermandar destûr xwestiye ku biçe nexweşxanê, lê fermandarê wî destûr nedaye. Di heman demê de îdîayek din jî hat kirin ku malbata Alkan dema çûn cenazeyê kurê xwe bigirin, tevahiya cenaze nîşanî wan nedane, bi lez û bez cezane defin kirine.  Sedama mirina Alkan dê di rapora otopsiyê de, diyar bibe.