Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike 2017-10-17 09:35:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Lahor Şêx Cengî diyar kir ku li beranberî ew tiştên hatin serê Kerkûkê divê Barzanî îstifa bike û got: “PDK’ê 31’ê tebaxeke din anî serê Kerkûkê.”    Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Lahor Şêx Cengî der barê rewşa bajarê Kerkûkê de ji qenala Kurdistan News re axivî. Lahor Şêx Cengî ev tişt got: “Em bi şer û parastina Kerkûkê ve mijûl bûn. Belê hinek qenalên nûçeyan derewan belav dikin. Dibêjin pêşkêşî hatiye kirin. Ew hêzên hevbeş bûn. YNK û PDK bi hev re bûn. Hêzên hevbeş ên Wezareta Pêşmergeyan têde bûn. Ez jî hêzên 70’ê ne berpirsim. Mesûd Barzanî bi xwe serpereştiya hêzên çekdarî dikir. Hemû liv û tevgera hêzên pêşmerge bi fermana Mesûd Barzanî ye.”   ‘KERKÛK BERDÊLA REFERANDÛMÊ DIDE'    Lahor Şêx Cengî dirêjî da axaftina xwe: “Kerkûk berdêla vê referandûma seqet dide. Ti bingehekî referandûmê nebû. Ev referandûm ne ji bo serbixweyî ye. Tenê ji bo Kerkûkê ji destê YNK’ê derbixin bû. Niha PDK’ê 31’ê tebaxek din bi ser Kerkûkê de anî.”   ‘DIVÊ BARZANÎ DEST JI KAR BERDE'    Lahor Şêx Cengî destnîşan kir ku divê niha Mesûd Barzanî dest ji kar berde û wiha got: “Mesûd Barzanî bi xwe garantî dabû ku hemû cîhan pişt referandûmê ye. Belê ti welatekî piştgirî nekir. Pêwîst bû Mesûd Barzanî bi xwe li Kerkûk ba û bi karîba rûmeta Kerkûkiyan bi parastiba.”   Hêjay gotinê ye ku di 31’ê Tebaxa 1996’an de PDK’ê tangên rejîma wê demê ya Iraqê Baasê anîn û bajarê Hewlêrê ji destê YNK’ê derxist.