Tirkiye di dîroka xwe de kampanyaya hilbijartinek wiha nedît 2018-06-23 13:50:14 ENQERE – Kampanyaya balkêş a pêvajoya hilbijartinê ya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş bû. Yekemîn car kampanya hilbijartina namzetek serokomariyê li Tirkiyeyê derbas dibe. Di vê pêvajoyê de parêzer rojê 4 caran çûn hevdîtina Demîrtaş û bi hezaran rûpel jê re nîşe birin û peyama wî jî ji bo hilbijêran anîn.  Ji bo hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê saet man. Di vê hilbijartinê de siberoja Tirkiyeyê bê bijartin. Kampanya hilbijartinê 68 rojan de pêk hat. Di pêvajoya vê kampanyayê de tiştên ewil û cüda qewimîn derbasî rûpelên dîrokê bûn. Kampanya hilbijartinê ya herî balkêş a Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bû. Tişta ku Demîrtaş cuda dike, yekemîn car e ku namzetek serokomariyê kampanyaya hilbijartinê di girtîgehê de birêve dibe.    Di 4’ê Gulanê de namzetiya fermî ya Demîrtaş hat aşkerekirin û Demîrtaş vê pêvajoyê hemû di girtîtgehê de bi riya parêzerên xwe birêve bir. Demîrtaş ê ku nikaribû li derve propaganda xwe bike, bi nirxandin û sozên xwe bi riya parêzerên xwe parve kir.   4 MILYON LI MITÎNGA DEMÎRTAŞ TEMAŞE KIR   Demîrtaş bi hilbijêran re nehat rû bi rû û li ser medya civakê kampanyayê birêve bir û propaganda xwe kir. Demîrtaş bi telefonê li malbata xwe geriya û li gel ferdên malbata xwe mitîngek li dar xist. Di platformên mîna Facebook, Înstagram, Twîtter û Youtube yên medya civakî de ev dîmen hat parvekirin. Herî kêm 4 milyon kesî li vî dîmenî temaşe kir.    Axaftina Demîrtaş a propagandaya hilbijartinê ya di TRT’ê de jî mijara kelecan û meraqê bû. Yekemîn car bi awayek pakêt Demîrtaş li ser ekranên TRT’ê xîtabî hilbijêran kir.    BI HEZARAN RÛPEL NÎŞE    Di pêvajoya hilbijartinê de rojê 4 caran parêzer diçûn bi Demîrtaş re hevdîtin dikirin. Parêzeran têkildarî pêvajoyê bi hezaran rûpel nivîs, nirxandin û şîrove jê re birin. Her wiha Demîrtaş jî bi hezaran rûpel nîşe û bersiv şandin derve. Bi dehan car bersiva pirsên rojnamgeran dan. Bi sedan car ji bo medya civakî nivîs şandin û paropagandaya xwe kir. Hêjayî gotinê ye ku medya civakî bû medya kampanyaya hilbijartinê.    489 HEZAR Û 455 TL BEXŞ    Ji bo kampanyaya hilbijartinê ya Demîrtaş hesabê bankayê hat vekirin û gelek kesan ji bo Demîrtaş bexşê kir. Demîrtaş jî xwest di şûna beşxê de dar bên çandin. Heta îro bi giştî 489 hezar û 455 TL ji bo Demîrtaş gihîşt hev.    WÊ EW WÊNE BÊ KIŞANDIN GELO?   Di her hilbijartinê de namzet û serokên partiyan dema diçin dengên xwe didin rojnameger wan dişopînin û wêneyên wan ên li ser sindoqê dikişînin. Wê Demîrtaş jî li girtîgehê dengê xwe bikar bîne. Ji bo wêneyê Demîrtaş ê li ser sindoqê bê kişandin, serî li rêveberiya girtîgehê hat dayîn. Heta niha bersiva serlêdana Demîrtaş nehatiye dayîn. Destûr dayîna wêne kişandin û nekişandinê mijara meraqê ye.    MA / Hayrî Demîr