Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev 2025-05-21 14:35:40   AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşker û polîsan kirin û gotin: “Werin ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin.”    Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî dan. Li gel Dayikên Aştiyê, gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn.    Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran di daxuyaniyê de bal kişand ser biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û got: “Agirbest, yekalî nabe. Divê her du alî jî agirbestê ragihînin. Weke dayik em bangl i dewletê, serokkomar, serokan dikin; bila her kes tiştekî bike. Vê pêvajoyê hêvî da Kurd û Tirkan. Bila êdî xaka Kurdistanê bi balafirên xwe bombebaran nekin. Bila êdî cenaze neyên. Bila ne hêsrên dayikên Kurd ne jî yên Tirk birijin.”    ‘EM AŞTIYÊ BÎNIN’    Bi domdarî Havva Kiran destnîşan kir ku dewletê hêj tu gavên hêviyê bide mirov neavêtiye û ev tişt anî ziman: “Tenê Kurd gavan diavêjin. Çekên xwe danîn, kongreya xwe civandin. Ji bo aştiyê amade ne. Weke Dayikên Aştiyê banga me ji bo dayikên leşker û polîsan e; hûn jî dest bidin destê Dayikên Aştiyê. Bila êdî kezeba dayikan neşewite. Em dest bidin hev û aştiyê bînin. Ne hûn bigirîn ne jî em. Em aştiyê bînin Tirkiyeyê. Em bi hev re bijîn. Dayikeke kezeba wê dişewite nabêje ‘Min zarokeke xwe da, ez dikarim yeke din jî bidim.’ Em azad û bi aştiyane bijîn. Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe bijî. Lê ev mafekî wiha yê Kurdan tune ye. Me pêşiya pêvajoyê vekir, êdî dora gavavêtinê ya we ye. Ne şer, em aramî û aştiyê dixwazin.”    Havva Kiran, wiha bang li dayikên polîsan jî kir: “Em destê kesên ji bo aştiyê destê xwe danîne bin kevir bigirin da ku xurtir bibe. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Dawiya şer her aştî ye. Bi şer tiştek naçe serî. Êdî tu çare nemane, dê aştî çêbibe.”