Li Sîweregê, muxtar gefên ‘neyên ser sindoqan’ dixwe 2018-06-23 13:12:23   RIHA - Hat îdîa kirin ku li Siweregê, muxtarê Taxa Şekerli yê hezar û 427 hilbijêr veguhestinê, Murat Azîmoglu, li peywirdarên sindoqan ên partiyên mûxalîf geriyaye û bi gotina “Neyên vê derê, em ê li ser sindoqan bin’ gef li wan xwarine.    Hat îdîa kirin ku li navçeya Sîwereg a Rihayê muxtarê Taxa Şekerli yê bi hinceta ewlekariyê 4 sindoqa, hezar û 427 hilbijêr veguhstinê Murat Azîmoglu, li peywirdarên sindoqan ên partiyê mûxalîf geriyaye û bi gotina “Neyên ser sindoqan, em ê li ser sindoqan bin” gef li wan xwarine.     Derbarê îdîayê de em bi telefonê li muxtar Murat Azîmoglu geriyan, lê Azîmoglu bêyî ku bersiv bide telefon girt. Em cardin li Azîmoglu geriyan lê vê carê jî telefona wî girtî bû.    GEFA DÊ ROJA HILBIJARTINÊ ALOZÎ DERBIKEVE   Bi heman awayî hat îdîakirin ku hin kesên AKP’î li taxa Aşagi Kara Bahçe ya Sîweregê ku 2 sindoq û 633 hilbijêrên wê hene jî, li xizmên peywirdarên sindoqan geriyane û ji wan re gotin ger roja hilbijartinê hûn werin ser sidoqan dê alozî derbikeve gef li wan xarin.    Namzetê parlamenteriya Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Rihayê Îbrahîm Halîl Yariş, diyar kir ku hin kes li serokên sindoqên taxa Şekerli geriyane û gef li wan xwarine û wiha got: “Li hevalên me geriyan û gef li wan xwarin. Lê emê rê nedin van nelirêtiyan. Emê tu carî sindoqan terk nekin.”