Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine 2025-05-20 13:11:48   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, got: “Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me li dijî wan tevdîr girtine.”    Di çarçoveya çalakiyên 19’ê Gulanê de li Meclisê bernameyek hat lidarxistin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di çalakiyê de axivî û got ku di şer de zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û got: “Bi Tirk, Kurd û hemû etnîkên xwe yên cuda em ê bi hev re weke Tirkiyeyê meşa xwe bidomînin. Em ê bi hev re Tirkiyeya bihêz ava bikin.”   Kurtulmuş, diyar kir ku li pêşiya wan du rê hene û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî piştî mudaxileya DYA’yê ya li Iraqê, hema hema li tevahiya herêmê welat ji hev parçe bûn û ketin pêvajoya hilweşînê. Iraq û Sûriye parçe bûn, Lubnan êdî nema dikare bê birêvebirin. Lîbya, Sudan, Somalî dabeş bûn. Tevahiya welatan li ser cudahiyên qebîletiyê an jî li ser cudahiya etnîk û mezhebî kirin aliyekî şer û hinek jî bi rêya rêxistinên terorê hatin parçekirin. Em jî yan dê mîna gayê zer li bendê bûna ku dor were me, yan dê parçe parçe bûbûna yan jî Tirk, Kurd û her kes dê bihata gel hev û ev projeya emperyalîstan têk bira. Em vê rêyê vedibijêrin û di vê rêyê de pêş dikevin.”    BAL KIŞAND SER YEKITIYÊ   Kurtulmuş, diyar kir ku Tirkiye ketiye ser rêyeke girîng û got: “Armanc û daxwaza me ew e ku em vê rêyê di demekî herî kin de temam bikin û bi hev re, bi xwişk-biratî rêya xwe bidomînin. Bêguman hin kesên dibêjin ‘Bila ev mesele bi ser nekeve’ û dikevin nava fikaran, hin derdorên bûne aparatên projeyên cuda dê hewl bidin vê pêvajoyê jehrî bikin, bikevin nava provakasyonan û dê hewl bidin pêvajoyê asteng bikin. Me jî di vê çarçoveyê de hemû tevdîrên xwe girtine. Hêvîdarim ev pêvajo di demekî herî nêz de temam bibe.”