100 malbatên din vegeriyan Şengalê 2025-05-19 15:25:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji malbatên piştî êrişa DAIŞ’ê ji xaka xwe koçber bûn û di kampan de diman 100 jê vegeriyan Şengalê.  Li gel hemû astengiyan jî vegera Şengaliyên ji ber fermanê koçber bûne ya li cih û warê xwe dewam dike. Hate ragihandin ku roja Yekşemê 100 malbatên koçber ji kampên Xankê û Çem Mişko yên parêzgeha Dihokê vegeriyan Şengalê. Malbatên li cih û warê xwe vegeriyan li gundên Dugirê, Girzerik û Sikêniyê bi cih bûn.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di nava 3 rojan de wê 270 malbatên din vegerin ser cih û warên xwe.   Li gel ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryar dabû 2024’an mifte li hemû kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê bixe, ji bilî kampên li Erbeta Silêmaniyê, tu ji kampên di bin serweriya PDK’ê de ne nehatine girtin. Iraq vê biryara xwe bi cîh ne anî û têkildarî sedema wê jî tu tiştek ji bo raya giştî eşkere nekir.   Li gorî agahiyên Saziyên Alîkariyê yên Koçberan aşkera dikin, nêzî 10 kampên koçberên Êzidî li nava Dihokê hene. Her wiha 65 hezar koçberên Şengalê hîn jî li Herêma Kurdistanê ne ku 31 hezar ji van li kampan di bin şertên zehmet ên havîn û zivistanê de dimînin. 34 hezar jî li gund û navçeyên herêmê belav bûne.    Li gel ku ji sedî 95’ê koçberên Êzidî ji bo vegerê xwe navê xwe tomarkirine jî bi sedemên cuda yên burokratîk proseyê pir hêdî û giran bi rê ve dibin. Gelek malbat bi derfetên xwe yên kêm vedigerin Şengalê.    Ji bo malbatên vedigerin Şengalê jî Iraq tene 4 milyon dînarê Iraqî dide ku malên xwe pê ava bikin. Lê ev têra tu pêwîstiyeke wan nake. Lê li aliyê din jî her roj Serokwezîrê Iraqê banga wê dike ku foneke mezin ji bo jinûve avakirina Şengalê veqetandiye û alîkariyê li ser koçberan belav dikin. Koçberên vedigerin diyar dikin Iraq wekhev û adîl nêzî hemû koçberan nabe û mesrefa ji bo avakirina xaniyan didin jî têrker nîne.