‘Divê gel dengên xwe biparêzin’ 2018-06-23 12:34:24 EDENE - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Edeneyê sindoqan biparêzin, bang kirin ku gel dengê xwe biparêzin û ji bo ewlekariya sindoqan li dibistanan rawestin.” Li Edeneyê dê 4 hezar û 533 sindoq bên danîn. 35 parêzer, 3 hezar û 193 peywirdar dê van sindoqan biparêzin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demkatîk (DBP) ên Edeneyê, xebatên ewlekariya hilbijartinê bi dawî kirin.    Endamê Meclîsa DBP’ê yê di maseya krîza hilbijartinê de cih digre Erol Demîrhan, diyar kir ku wan li navçeyên Edeneyê maseya krîzê avakirin û wiha axivî: “Dinav van komîsyonan de herî kêm dê hiqûqnasek hebe. Di heman demê de me li avahiya HDP’ê ya Edeneyê navenda krîzê ava kir û ev navend dê mûdaxileyê pirsgirêk û nelirêtiyan bike. Maseya krîzê dê sibe saet 05.00’an dest bi peywira xwe bike û heya   25’ê Hezîranê dê peywira xwe bîne cih.”   'EM SINDOQÊN XWE BIPARÊZIN’   Hevseroka DBP’ê ya Edeneyê Şukran Efetur jî, anî ziman ku ji bo qusûrên di referandama 16’ê Nîsanê de neyên jiyîn, divê hemû hilbijêr li dijî ne lirêtiyan serî li maseyên krîzan bidin. Ji bo parastina sindoqan divê hemû kes ji ser sindoqan neçin.”    ‘BI ROJ EM HERIN SER SINDOQAN, BI ŞEV JÎ EM LI DÛ SINDOQAN BIN’   Endamê Lijneya Rêveberiya Navend Giştî ya EMEP’ê Halîl Îmrek, divê gel xwedî dengên xwe derkevin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê çi ji destê me bê em bikin. Ji bo hemû nelirêtiyên bên kirin em demildest serî li maseya krîzê bidin. Ez bang li gel dikim ku bi roj herin ser sindoqan û bi şev jî li dû sindoqan bin. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê qezenc bikin em dengê xwe biparêzin.”   ŞANDEYA ÎHD’Ê JÎ DÊ ÇAVDÊRIYÊ BIKE   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Îlham Ongor jî, dest nîşan kir ku wan nêzî 50 kesan, şandeyek çavderiyê ava kirin û wiha axivî: “Ji bo hilbijartin bi tenduristî derbas bibin, tişta ji destê me bê emê bikin. Em hêvî dikin ku di hilbijartinê de demokrasî, azadî û aştî qezenc bike. Emê çavdêriya bêmafiyên li herêma Edeneyê bên jiyîn bikin û bikin rapor. Em hêvî dikin ku vîna gel di hilbijartinê de derbikeve holê.”