QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin 2017-10-17 10:08:16 REQQA - Qonaxa dawî ya hemleya rizgarkirina Reqqayê ku bi navê "Şehîd Ednan Ebû Emced" dest pê kiribû, bi hemû leza xwe berdewam dike. QSD'ê herî dawî Nexweşxaneya Wetenî û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin.  Di şer û pêvçûnên ku ji duh ve li çerxerêya Neîm berdewam dikir de, şervanên QSD’ê derbeyên giran li DAIŞ'ê dan. Îro jî ji danê sibehê heta êvarê şer bênavber berdewam kir, di encamê de 9 DAIŞ hatin kuştin û 12 DAIŞ xwe radestî şervanan kirin. Di saetên êvarê de jî  şervanan çerxerêya Neîm ji DAIŞ rizgar kirin. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada Fotbolê jî şer û pevçûn bênavber berdewam dikin. Li nexweşxaneya Wetenî 15 û li stada Fotbolê jî 10 çeteyan xwe radest kirin. Li van deveran 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan  êrîşî çeperên şervanan bikin, beriya ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û herdû DAIŞ'ê du hundirê erebeyan de hatin kuştin. Di şer de 3 şervanên QSD’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Li deverên ku şer rûdan de 237 sivîlên din hatin azadkirin.    Di şerên dijwar ji duh şev heta  saetên vê sibehê,  şervanên QSD`ê nexwexşaneya Wetenî ya Reqayê bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Ji duh şev heta vê sibehê li derdora nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê yên Reqayê, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû dan.   Di encama van şerên giran de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya Wetenî bi temamî ji DAIŞ'ê rizgar kirin û 22 DAIŞ hatin kuştin. Li derdora Stada Fotbolê jî şer bi dijwarî berdewam dike.