Parêzerê Pirsûsê: Bi parçekirina dîmenan bûyerê aloz dikin 2018-06-23 11:16:43 RIHA - Parêzer Hîdayet Enmek ê li dosyaya bûyera ku zilamên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin û bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan dinere, diyar kir ku bûyer li dervê kargeriyê dest pê kiriye û wiha got: "Dîmen parçe kirin û bi raya giştî re parve dikin. Dîmenên ku ji kameraya kargeriyê hatin serwîskirin hatine qutkirin û hişekî ava dikin. Wekî ku malbata Şenyaşar êrîş kiribin didin nîşan û dixwazin malbata Şenyaşar tawanbar bikin."    Di 14'ê Hezîranê de parlamenter û namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên xwe li navçeya Pirsûsê bi çekan bi ser dikana esnaf Şenyaşar û kurê wî de girtin. Di êrîşa AKP'iyan a bi çekdarî de Bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar bi gulebaran û lîncê hatin kuştin. Disa di bûyerê de birayê parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Der barê bûyerê de şahid axivîn û diyarkirin ku malbatna Yildiz û zilamên xwe bi çekan êrîşî esnaf  Şenyaşar kirin. Dîsa di raporên otopsî de jî hat diyar kirin ku 23 gule li bedena 2 birayan ketine û bav bi lîncê hatiye kuştin. Di lêpirsîna kuştina bav Hecî Esvet û kur Adîl û Celal Şenyaşar de Baroya Rihayê 11 parêzer peywirdar kirin. Ji parêzerên mudahîl Hidayet Enmek, der barê dosyayê de agahî dan û got: "Der barê dosyayê de biryara veşarî heye. Li gel vê biryarê hin dîmenên aydî cihê bûyerê bi meqesê qut kirine û parve kirine. Bi van dîmenên hatin qutkirin dixwazin hişekî û aloziyekê ava bikin. Dixwazin rastiyê berovajî bikin.    WEZÎR SÛC KIRIYE   Hîdayet Enmek, anî ziman ku 11 parêzeran berpirsiyariya doza malbata Şenyaşar girtine ser milê xwe û wiha got: "Her çend der barê dosyayê de biryara veşarî hebe jî dîmen hatin qutkirin û di medya civakî de hatine parvekirin. Bi van dîmenên hatin qutkirin û parvekirin dixwazin tevlihevî û aloziyê ava bikin. Di dosyayê de delîl û dîmenên girîng hene. Di van dimenan de hin perçeyên dîmenan bi cimbizê jê kirine û parve kirine. Bi medya nêzî îktîdarê re parve kirine. Ev dîmenên bi cimbizê hatin jêkirin bi cemaweriya Tirkiye re hatin parvekirin. Tenê destpêka bûyerê dan.  Silametiya dosyayê bi vî rengî dixin xeteriyê. Bi agahiyên perçe dixwazin hişekî û aloziyekê ava bikin û dixwazin bûyerê têxin situyê malbata Şenyaşar. Dixwazin malbata Şenyaşar tawanbar bikin. Em wekî hiqûqnas dixwazin ev rewş bê cezakirin. Alozîkiran bûyerê û rastiyan sûc e û divê hesap ji vê yekê bê pirsin"   DIXWAZIN MALBATA ŞENYAŞAR TAWANBAR BIKIN   Parêzer Enmek, anî ziman ku di mîdemên ku hatin parvekirin de wekî ku malbata Şenyaşar bûyer dabe destpêkirin û sucdar ew bin didin nîyan û wiha berdewam kir: "Ev dîmenên hatine parvekirin bi nêta baş nehatine parvkirin. Bi temamî bi zanebûn hatin parvekirin. Di kamerayên din ên derdorê de bi her awayî rastiya bûyerê diyar dibe. Rûyê rastîn ê bûyerê diyar dibe. Di dewama van dimenan de xuya dibe ku bûyer li dervê kargeriyê dest pê kiriye. Di dîmenan de xuya dibe ku şerê her ku diçe sor dibe heye. Şahid diyar dikin ku niqaş li kargeriyê pêk hatin. Rastiya bûyerê li dervê dikanê dema bi çekan êrîşî muwekilê me dikin dest pê dike. Agahiyên ku li dervê dikanê bi çekan êrîşî muwekilên me dikin di destê me de hene."    LI NEXWEŞXANEYÊ KUŞTIN   Enmek, destnîşan kir ku wekî parêzerê malbatê dê heta dawî vê bûyerê bişopîne û wiha berdewam kir: "Li Tirkiye cemawarî dixwaze fêr bibe ku kujerên van mirovan bên darizandin. Heta ku bersûc bên darizandin û cezakirin em dê vê bûyerê bişopînin. Bûyerê li dikanê dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kir. Li ber dikanê rastî lîncê hatin. Em bi şahidê bûyerê re axivîn. Bi awayekî hovane hatin kuştin. Bav Esvet li nexweşxaneyê bi hovîtî hat kuştin. Birayên ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jî li vir bi lîncê tên kuştin. Polîsên peywirdar li vir mudaxaleyî bûyerê nekirine. Polîs li vir berpirsiyarê kuştinê ne. Ji ber ku polîsan mudaxaleyî bûyerê nekirine hatine kuştin. Dîsa ji ber ku polîsan herêma bûyerê nexistine bin kontrolê dozgeran li cihe bûyerê bi awayekî rêk û pêk delîl kom nekirine.    KUJERÊN 3 KESAN SERBEST IN   Enmek, destnîşan kir ku aliyê herî wahîm ê bûyerê li nexweşxaneye pêk hatiye û wiha bi dawî kir: "Aliyê herî wahîm û hov li nexweşxaneyê pêk hatiye. Li nexweşxaneyê li ber çavên polîsan êrîşî birîndaran kirine. Dîvê milê li nexweşxaneyê pêk hatiye ronî bikin. Şahidên bûyerê hene. Divê kesên li nexweşxaneyê êrîş kirine bi lez derxin dozgeriyê û bên cezakirin. Ji malbata Şenyaşar kesek hat girtin. Lê kujerên 3 kesên ji malbata Şenyaşar hêj nehatine binçavkirin.    Piştî bûyer pêk hat û şûnde hemû gefên ku malbata Yildiz li dijî Malbata Şenyaşar ên li ser medya civakî parve kirin min tev kom kirin û li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Em dê heta dawî dozê bişopînin. "