TJA: Em aktorên pêvajoyê ne 2025-05-17 13:57:15 AMED – TJA’ê der barê biryarên kongreya PKK’ê daxuyanî da û diyar kirin ku ew di rêvebirina pêvajoyê de aktor in û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi biryar in ku bi hişmendiya jinê, bi ruh û piştevaniyê, li ser esasê konfederalîzma jinê sedsala 21’mîn veguherînin sedsala jin û gelan.” Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê kogreya PKK’ê ya ku di 5-7’ê Gulanê de pêk hatibû daxuyaniyek niviskî weşand. Daxuyanî bi sernava “Bi ruhê jin, jiyan, azadî ve em civaka demokratîk û komunal ava bikin” hate weşandin, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şanaz in ji bo şahidiya serdema pêkrewaniya ku di dîroka mirovahiyê de kêm rû daye.”   Daxuyaniya TJA’ê wiha ye:    Di dîroka me de mîrateya ku me wergirtî, me bi ruhekî azad û bi berdêlên giran heta îro domandî. Bi keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em wek jin, gelan, komên olî û pêkhateyên neteweya demokratîk bi hemû rengên xwe bi hevre çand, aborî, hiqûq, tenduristî û perwerdehî û di qadên dîtir ê jiyanê ku emê xwe bi paradîgmaya demokratîk, ekolojik û azadiya jin birêxistin bikin, li ser hîmên sosyalîzmê armanca me ya aştî û avakirina civaka demokratîk xurt bûye.     Rêberê Gelê Kurd bi perspektîfa “Jin mêtingeha yekemin e, heta jin azad nebe civak azad nabe” ve nexşeya me ya têkoşînê diyar kirî. Bi vê baweriyê jinên Kurd, saziyên xweser ava kirî û Îdeolojiya Azadiya Jinê pêşxistî û li gorî hîmên jîneolojiyê bûne pêşeng ji bo avakirina jiyana azad. Nîşaneya dijminatiya li hember jinê hemû cûre tundî, destdirêjî û polîtîkayên zayendperestiyê veguheriye sazûmaniyê û vê yekê di civakê de birînên kûr vekirî. Tevgera Azadiyê, ji xwe de dest bi perspektîfa ‘Hevjiyana Azad’ kirî û bi vê perspektîfê de bibiryar e ji bo veguherandina têkiliya jin û mêr ê ku bûye jêderka pirsgirêkên civakê. Destkeftiyên wek pergala hevserokatiyê, der barê azadiya jinê de îlham daye cîhanê.    ‘JI BO TÊKOŞÎNÊ QONAXA NÛ’   Erdnîgariya Kurdistanê destpêka dîrokê de ji bo mirovahiyê bûye warê destkeftinê û di qeyranên pergala nûjen de nirxên demokratîk afirandî. Serkeftina xwe dispêre çanda dîrokî ya qedîm û berdêlên giran ên k udi oxira têkoşîna azadiyê de daye. Tevgera azadiyê, bêyî ku bikeve nava dogmatîzmê her tim xwe nû kirî û xurt kirî, bi vê yeke ve derfeta veguherandina dîrokî zeft kirî. Ev dînamîzm êrişên herî hovane yê dîrokê vala derxistî û li Rojava hêzên demokrasiyê kirî diyardeya dîrokî.   Rêzdar Ocalan bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê sîtava wêrekiya serdemê ye. Ji bo hêzên serdest hewcedarî bi esagirtinê vê hêzê çêbûye û bûye wesîle ji bo qonaxeke nû. mekanîzmayên wek komun, meclis û siyaseta demokratîk a tevgera azadiyê dê bibe bingeha qonaxa nû. Têkoşîna aştiyê bi avakirina civaka demokratîk û sosyalist dê encamên herêmî û navneteweyî biafirîne. Bingeha jiyana sosyalist, azad û wekhev dê xwe bispêre azadiya jinê û deriyên ronesanseke nû veke ji bo avakirina civaka demokratîk.   Ruhê demê rûmeta pêşengî û berpirsiyariya vê pêvajoyê bexşî me kirî. Rastiyek heye kesên ku vî ruhî tênegijîn dê şûnde bimînin û ev peyamek e ji bo famkirina dînamîkên pêvajoyê. Avakirina civaka demokratîk banga rêzdar Ocalan û yek ji biryarên kongreya PKK’ê ye û armanc dike ku ne tenê gele Kurd herwiha gelen li Tirkiyeyê, jin, ciwan, astengdar, komên olî, ziman û çandên dîtir bi hevre azad û wekhev bijîn.    ‘DIVÊ HERKES BERPIRSIYAR BE’   Jiyana ekolojik, azadiya kedê, wekheviya di têkiliya navbera jin û mêr hîmên esasî ne di civaka demokratîk û sosyalist de. Her wiha pergala jiyanê ye ji bo gel bi biryarên kolektîf û bi îradeya cewherî xwe rêvebibin. Ev modeleke wisa ye ku Çiyayên Kurdistanê, bi pelên serhildêr ên Behrareş, deştên Çukurovayê û darên zeytûnê yên Egeyê re ahengsaziyekê ava bike û dewlemendiya çandî bijî. Di têkoşîna demokrasi û azadiyê de erk û berpirsiyarî dikeve ser milê hemû pêkhateyên civakê. Divê îktîdar, Meclîs û hemû dînamîkên siyasetê ji bo serkeftina civakê gav biavêjin û berpirsiyar bin.   Birêz Ocalan gotibû, divê ji bo rêvebirina pêvajoyê divê mercên xebatê bên avakirin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan, dawî li polîtîkayên qeyûm bê û îradeya gel were qebûlkirin. Her wiha hemû qanûnên dij demokratik çi çerçoveya hiqûqî û destûra bingehîn de li Meclîsê bikeve rojevê, dê bendewariyên gel zêde bibin der barê samîmiyeta dewletê de.   Çareseriya hiqûqî û îdeolojîk a der barê kuştina jinan de divê xebata tevgerên femînîst û tevgerên jinan esas bê girtin û gavên ciddî bên avêtin ev yek ji bo civaka demokratîk pêwîst e. Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin, zewaca zarokan tê rewakirin, polîtîkayên bêceza dewam dikin û di rewşeke wiha de ne mimkun e aştî pêk were. Ji bo gavavêtinê, divê tenê benda îradeya hinek kesan neye hiştin. Rola jin, ciwan, ekolojist, femînîst, û rêxistinên civakî di van pêvajoyan de û di aştiya civakî de girîng e. Bi vî haweyî, vê pêvajoya ku bi destkeftiyên mezin ve avabûyî, dê bi mîsogerbûna nirxên demokratîk ve veguhere rûpleke dîrokî.   ‘EM AKTORÊN PÊVAJOYÊ NE’   Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinê ya ku xwe dispêre felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û hişmendiya ‘xwebûn’ê  rastiya gelekî ku xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derdikeve avakirî. Jinên ku nikaribûn ji malen xwe derbikevin bi îdeolojî û polîtîkayên tevgera azadiyê di her qadên jiyanê de det bi pêşangiyê kirî. Di çerçoveya ezmûnên dîrokî de, wek TJA’ê di rêvebirina vê pêvajoyê de em xwe weke aktor dibînin. Li gel têkoşîna aştiyê, bi hevrêyên me yên di zindanan de, bi Dayikên Aştiyê û bi hemû pêkhateyên civakê em mê civaka demokratîk avabikin. Di şer de jin êşa mezin dikşînin û dê pêşengiya wê ya ji bo aştiyê jî bibe hevseng ji bo pîroziya jiyanê. Ji bo vê armancê, kûrbûna îdeolojîk, rêxistinkirin û daxwaza me ya mezinkirina têkoşînê her bidome. Em bi biryar in ku bi hişmendiya jinê, bi ruh û piştevaniyê, li ser esasê konfederalîzma jinê  sedsala 21’mîn veguherînin sedsala jin û gelan.   ‘DÊ MEŞA ME YA AZADIYÊ BIDOME’   TJA’yê di konferansa xwe ya 5’mîn de destnîşan kirî ku bingeha civaka demokratîk û azad bi azadiya jinê û bi gihîştina mêr ji bo nasnameya sosyalîst a wek Prometheus ve pêkan e. Mercên pêwîst ji bo civaka demokratîk sosyalîst, di nava nirxên têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe digre. Ji bo vê yekê, em wek jin di avakirina civaka demokratîk ku banga serdemê ye, em ê bi gele xwe re li ser kokên xwe heta dawiyê ji bo jiyana azad têbikoşin. Em ê xwe berpirsiyar bibînin ji bo hewldanên aştiyê û guftûgoyan. Em dizanin ku aştî tenê qada siyasetê ve nayê sînordar kirin em ê li ser hîmên jîneolojiyê meşa xwe ya azadiyê ber bi cîhanê ve bidomînin.   Tevgera Azadiyê, bi çanda têkoşînê ve ruh û hişmendiyek nû avakirî. Em ji bo qonaxa nû ya têkoşînê, bi hêza kevneşopiyê û bi kelecana pêşerojê ve xwe amade dikin ji bo vî ruhî bijîn. Bêyî ku em nirxên ku dîroka meya têkoşînê afirendî ji bîrbikin, emê wan mezin bikin, bi ruh û hişmendiya azadiyê ve mezin bikin û bi nêrîna jinê ve estetîze bikin û em ê bibin pêşeng ji bo civaka demokratîk. Ji bo vê em ê bi ezmûna xwe ya îdeolojî, çandî ve rêxistin bibin û bibin gerdûnî. Em girêdayîna xwe ya bi hemû nirxên têkoşîna azadiyê rave dikin.