Hozan Canê hat binçavkirin 2018-06-23 10:15:50   EDÎRNE – Hunermend Canê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Edîrneyê û polîsan ew li wir binçav kir.    Hunermend Hozan Canê ya hemwelatiya Elmanyayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de çû navçeya Enez a Edîrneyê. Dema Hozan Canê ji navçeyê vegeriya polîsan wesayîta wê sekinand û bi hinceta parvekirinên medya civakî binçav kir. Hat zanîn ku polîsan Hozan Canê biriye Miduriyeta Polîsan a Edîrneyê.