480 çavdêrên navnetewî dê ewlehiya sindoqan pêk bînin 2018-06-23 10:07:10 AMED – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji Têkiliyên Derve yên HDP’ê Berpirsyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku wê di hilbijartinê de 480 çavdêrên ji AGÎT û saziyên navnetewî pêk tên ji bo parastina sindoqan dê çavdêriyê bikin.  Li Tirkiyeyê sibê hilbijartin pêk tê. Ji bo hilbijartin bi adil û wekhev derbas bibe heyeta ji Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropa (AGÎT), Parlamentoya Ewropayê (PE) û nûnerên saziyên civakî yên li Ewropayê dê hilbijartina li Tirkiyeyê bişopînin û çavdêr bikin.    Her wiha senatör, parlamenter, parêzer, rojnameger û aktîvîstên mafê mirovn jî di nav de heyet wê li bajarê herêmê yên hilbijartin bi tengasî derbas dibe dê xebatê birêve bibin. Parêzer jî dê li gel endamên heyete bixebitin. Ev çavdêr dê dek û dolabên hilbijartinê bikin rapor û rola xwe ya astengkirina hîleyan rawestînin.    HEYETEK BERFIREH E   Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ji Têkiliyên Derve yên HDP’ê Berpirsyar Hişyar Ozsoy der barê heyeta çavdêr da û got: “Beriya dîroka hilbijartinê aşkere bibe, em bi heyetê re di nava dan û sitendinan de bûn. Di vê çarçoveyê de me bi Yekîtiya Ewropayê, AGÎT û Parlamentoya Ewropayê re hin hevdîtin kirin. Me li ser biryara hilbijartina pêşwext ji wan re vexwendname şand. Wan jî daxwaza me qebûl kir. Li gorî hilbijartinên din ev heyetek berfirehtir e.”    'WÊ HEYET HÎLEYAN BIŞOPÎNE’    Ozsoy da zanîn ku wê 350 çavdêrên fermî roja hilbijartinê li cihên cuda yên Tirkiyeyê xebata çavdêriyê birêve bibin û got: “Bi taybetî wê ev heyet li cihên bi pirsgirêk bigerin û çavdêriyan bikin. Wê li cihê hîle herî lê zêde ne bigerin û li dijî hîleyan dê hilbijartinê bişopînin. Bi taybetî jî wê ev heyet li bajarê kurdan ku zext û hîle lê pir in xebatê birêve bibin. Dê ewlehiya sindoqan û dengan ji nêz ve bişopînin.”