30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin 2018-06-23 09:59:40   COLEMÊRG - Walîtiya Colemergê çend saet berî hilbijartinê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” 30 herêmên navçe û navenda bajêr li sivîlan qedexe kir.    Çend saet berî hilbijartinê bi hinceta “Ewlekariyê” ji bo 14 rojan 30 herêmên navçe û navenda Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin. Welatiya Colemêrgê, ji bo cihên hatin qedexekirin ev daxuyanî da: “Li gorî madeya 32/A ya Qanûna Herêmên Ewlehî û Herêmên Qedexeyên Leşkerî ya hejara 2565'an, 30 herêmên di sinorê navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û navenda bajar de, ji 23’yê Hezîranê heya 7’ê Tîrmeha 2018’an hat qedexekirin. Ev herêmên li welatiyan hatin qedexekir, divê welatî bê destûr nekin van qadan.”