‘Dema rêwikirina qeyûm hatiye’ 2018-06-23 09:53:09   ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizirê Kadir Kunur ê ji sedî 81.6 deng girtin û AKP'ê qeyûm tayînê şûna wî kir, diyar kir ku gel dê sibe di hilbijartinê de ji qeyûmê ji AKP’ê re xebitî, bêje “Êdî bese.”   Encamên hilbijartinên bajarên Şirnex û Mêrdînê ku herî zêde qeyûm tayînê şaredariyên wan hatin kirin û di “Qedexeyên derketina derve de” bi sedan mirov hatin kuştin û rûxandin, sibê ji aliyê raya giştî ve tên mereqe kirin. Li van bajaran Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de rekor şindan û herî zêde deng girt. Li bendê ye ku kirînên qeyûmên tayînê şaredariyên van bajaran hatin kirin, bandorê li ser encamên hilbijartinê bike.   KARÊ DEST PÊ KÊ SAZIYÊN JINAN GIRTIN    Piştî qeyûm hatin tayînkirin, şaredarî bi rêveber û endamên baskên ciwanên AKP’ê tije bûn û li her du bajar û navçeyên girêdayî wan, berî her tiştî saziyên jinan û kreşên dersên zimanê  Kurd ku tê de dihatin dayîn, girtin. Qeyûmên Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) ya dibin rêveberiya kurê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan de dewir girtin, peyderpê hemû saziyên din bêfonksiyon hiştin.    ORHAN DOGAN, UGUR KAYMAZ Û BÎRDARIYA NEWROZÊ…   Qeyûmên bi awayekê zêde şaredarî kirin bin deynan, piştgiriya ji bankayen digirtin hemû ji bo saziyên xwe xerç kirin û bi sedan karker ji kar avêtin. Qeyûman li Cizîrê birdariyê siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan, li Qoserê bîrdariya zarokê 12 salî Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hat kuştin rûxandin û rakirin. Qeyûman di kiryarên xwe yên herî dawî de jî, Bîrdariya Newrozê ya li Nisêbînê ji bo bîrana 16 kesên di Newroza 1992’an de jiyana xwe ji dest dabûn hatîbû avakirin, rûxandin.   ‘GEL DI REFERANDUMÊ DE HELWESTA XWE NÎŞAN DA BÛ’   Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, hemû bûyerên di pêvajoya derbas bûyî de hatin jiyîn nirxandin û wiha axivî: “Gelê herêmê di hilbijartina sibe de, dê ji qeyûman re bêje ‘êdî bese.’ Di serî de gelê Cizîrê, gelê herêmê di hilbijartina referandumê de helwesta xwe danîbûn holê.”   ‘ÊDÎ DEM HAT’   Kunur, anî ziman ku qeyûm weke alîkarên AKP’ê xebitîn û wiha got: “Qeyûm tenê projeyên me amade kiribûn, kirin pratîkê. Ji derveyî vê yekê qeyûman tiştek ji bo gel nekirin. Asfalta rijand ser rêyan jî piştî  10 rojan kir û cardin çêkir. Ev nîşaneya rantiye. Ji bo şaredariyên me bixin bin deynan polîtîkayan birêve dibin. Gelê  me tu carî qeyûm qebûl nekirin. Gel êdî naxwaze biçe şaredariyê. Ji bo qeyûman êdî dem hat.”   Kunur, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê hilbijartina roja Yekşemê pir girînge. Li dijî  operasyonên qirkirinê em dibêjin ‘Êdî bese.’ Gel di vê hilbijartinê de, dê dawiya rêveberiyên qeyûmê bîne. Dena qeyûm şandinan hatiye. Di vê hilbijartinê de, dê dawî li pêkanînên dijdemokratîk bê.”