Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan 2025-05-16 09:17:43 COLEMÊRG - Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de li 12 tax û 72 gundan xwe gihandine 5 hezar malbatan û got: “Daxwaza sereke ya gel, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran dest bi serdana malbatan kirin û ev serdan hêj berdewam in. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî heta niha li 12 tax û 72 gundan bi giştî serdana 5 hezar malbatan hatiye kirin. Di serdanan de belavokên têkildarî pêvajoya nû tên belavkirin û girîngiya pêvajoya nû tê vegotin. DBP û DEM Partiyî, di serdanan li nêrîn û pêşniyarên welatiyan guhdarî dikin.    XWE GIHANDIN 20 HEZAR KESAN    Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez, diyar kir ku ji 11’ê Nîsanê heta niha dest bi xebatên xwe kirine û xwe gihandine 20 hezar kesan. Sevmez, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan di nava gel de rê li ber coş û kelecaneke mezin vekiriye û li gel hêviya aştiyê, fikarên gel jî hene. Sevmez, got ku sedema fikarên gel jî pêvajoya 2013-2015’an e û wiha domand: “Dewletê tu gav neavêtine lewma gumanên gel hene. Di serdanan de me nameyên hevserokên me yên giştî jî dan gel.”    ‘EM PÊVAJOYÊ BI ZELALÎ JI GEL RE VEDIBÊJIN’   Bi domdarî Sevmez ev tişt anî ziman: “Di navbera 11 û 30’ê Nîsanê de em mal bi mal geriyan û me name bi xwe gihandin ber destê gel. Me bi hev re nîqaş kirin û li nêrîn û pêşniyarên wan guhdarî kir. Me hewl da pêvajoyê bi zelalî jê re vebêjin. Gel, erênî nêz dibe. Ji bo civaka demokratîk û aştiyê divê mercên xebatê yên azad ên birêz Ocalan bên avakirin. Di serî de girtiyên nexweş, divê girtiyên siyasî bên berdan. Daxwaz heye ku Kurdî bibe zimanê fermî. Ji bo fikar û gumanên gel ji holê rabin, divê ev gav bi lez û bez bên avêtin.”    ‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Sevmez, da zanîn ku daxwaza gel ew e ku pêvajo li demeke dirêj neyê vehêlandin û got: “Êdî nabe ku daxwaza aştiyê bê vehêlandin. Divê em civakeke demokratîk ava bikin. Divê dewlet û hikûmet gavên dilwêrek ên demokratîk biavêjin. Ji bo vê jî divê mercên muxatabê çareseriyê birêz Ocalan bên başkirin. Em xebatên xwe diyarî Sirri Sureyya Onder dikin. Soza me ji bo wan heye ku dê teqez aştiyê pêk bînin. Hêj gelek gund hene ku em biçin serdanê û bi sed hezaran kes hene em pê re biaxivin. Em dixwazin xwe bigihînin her kesî.”