Tecrîda li ser Ocalan: Hindik maye têkeve rêya bêveger 2018-06-23 09:25:08 RIHA - Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji bo tecrîda li ser Ocalan got: "Hindik maye têkeve rêya bêveger. Çimkî her diçe nefreta û şideta di navberê de kûrtir dibe."  Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, bal kişand tecrîda li ser Ocalan û destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku kesekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî yên welat xwedî rol e bê tecrîdkirin.    'KA DEWLETA HIQÛQÊ'    Omer Ocalan destnîşan kir ku divê demildest bi Ocalan re hevdîtin bên çêkirin û got: "Mixabin hîn jî tu hevdîtin nehatine çêkirin. Pirsgirêkên civakiyî yên welat hene. Di çareserkirina van pirsgirêkan de Ocalan xwedî rolekî mezin e. Divê demildest hevdîtin pêk bên." Ocalan anî ziman ku Tirkiye wekî dewleteke demokratîk û hiqûqê tê pênasekirin û got: "Komara Tirkiyeyê û rayedarên wê li pêş hevdîtina bi Ocalan re astengiyan derdixin. Tim destnîşan dikin ku ew dewleteke hiqûqê ne, lê mafê me yê xwezayî yê hevdîtina bi kesekî li girtîgehê asteng dikin."    Ocalan diyar kir ku li welat şidet heye û li welat herkes bêaram e û got: "Dema mirov serê xwe datînin ser balgiyê nizanin dê sibehê bi çi şiyar bibin. Pirsgirêka sereke ya welat pirsgirêka kurd e û divê demildest bê çareserkirin. Li hemberî tiştekî ku ne dewletê temsîl dike, ne muxatabek û ne jî hiqûq heye. Divê ev yek demildest bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê malbat tim serlêdanê pêk tînin. her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmralî jî serlêdanê pêk tînin. Mixabin ji ber Ocalan, demeke dirêj e malabatên din jî nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin."    'OCALAN ŞANSEK E'    Ocalan bang li raya navnetewî kir û got: "Em bang li saziyên mafên mirovan ên navt-netewî dikin. Divê rol û mîsyona xwe bi cih bînin. CPT diçe û tê. Lê peywira xwe bi cih nayîne. Herb hal kûrbûyîna pirsgirêka di navbera gelan de û neçareserkirina pirsgirêkê li hesabê hêzên navnetewî tê. Li Rojhilata Navîn rojê bi sedan mirov dimirin. Her wiha gelê kurd jî faktorek e. Windahiyên gelê kurd jî çêdibin. Di vî warî de em dixwazin demildest hevdîtin pêk bên. Ocalan şanseke mezin e, divê ev şans neyê windakirin. Divê herkes rol û mîsyona xwe bi cih bîne."    Ocalan, bilêv kir ku eger dawî li tecrîdê bê û hevdîtin çêbibe, dê gelê kurd û tirk tev de rihet bibe û got: "Belkî tiştekî êşbar be, lê divê bê gotin. Eger dawî li tecrîdê bê em ê zanibin ka Ocalan sax e, tenduristiya wî çawa ye. Paşê daxuyaniyên ku bide dê gelan rihet bike. Bangek, temasek dê hin tiştan biguherîne. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de tekane muxatab e. Muxatabê herî maqûl e."    'HEVDÎTINA MALBATÊ TENÊ NE BES E'    Ocalan, anî ziman ku ji bilî Ocalan hin faktor û hêzên din jî hene, lê belê eger ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Ocalan derî vê yekê bê hiştin, dê rewş tevlîhevtir bibe û got: "Jixwe rewşeke navnetewî li vê pirsgirêkê zêde bûye. Ev tenê ne pirsgirêka kurd, a tirkan e jî. Divê ev hevdîtin tenê bi hevdîtina malbatê ya nîv saetî re neyê sînordarkirin. Divê rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û ji sala 2015'an hinekî cudatir divê kesên bêtir hay ji cidiyeta rewşê hene dest bavêjin vî tiştî û çareseriyê bînin vî welatî. Çimkî her diçe nefreta û şideta di navberê de kûrtir dibe. Hindik maye têkeve riyeke ku vegera wê tune ye."