HDP, DBP û KCD'a Êlihê ji bo ewlehiya sindoqan bang kirin 2018-06-23 09:24:19 ÊLIH - Hevserok û berdevkên KCD, DBP û HDP'ê yên Êlihê bal kişandin ser girîngiya hilbijartina ku dê sibê bê kirin û bang li welatiyan kirin ku xwedî li sindoqan derkevin.  Hevseroka HDP'a Êlihê Berîvan Helen Işik, Hevserokê DBP'a Êlihê Şukru Tapkan û Berdevkê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Êlihê Adîl Erîn ji bo ewlehiya hilbijartinê û sindoqan bang li welatiyan kirin.    ‘EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'    Hevserokê DBP'a Êlihê Şukru Tapkan, diyar kir ku ev hilbijartin tenê ne ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Tirkiyeyê girîng e, lê belê ligel her tiştî jî divê sindoq bên parastin û lîtikên AKP'ê bi bîr xist. Tapkan, bilêv kir ku li Êlihê piştî dengdayînê divê welatî neçin malê û xwedî li sindoqan derkevin. Tapkan, anî ziman ku divê endamên desteya sindoqan heta torbeyê dengan radestî YSK'ê nekin ji cihê xwe yê peywirdar neçin. Tapkan, got piştî hejmartina dengan divê welatî li gor daxuyaniyên navendên giştî tev bigerin û berbayî provakasyonan nekevin.    Hevseroka HDP'a Êlihê Berîvan Helen Işik jî, pîrozbahiya hilbijartinê ya pêşwext bi bîr xist û diyar kir ku divê heta Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyê nede kes dest bi pîrozbahiyê neke. Işik got: "24 saet ji hilbijartinê re ma. Daxwaza me ew e ku serê sibehê zû nemaze jin xwedî li sindoqan derkevin û ji bo ewlehiya sindoqan bi awayekî çalak tev bigerin. Eger em ji bo sindoqan tevdîran negirin, dê rejîma yekzilamî bidome."    'BILA KES DEV JI SINDOQAN BERNEDE'    Hevberdevkê Meclîs KCD'a Êlihê Adil Erîn jî, diyar kir ku ew bawer dikin ku ew ê di vê hilbijartinê de bigihêjin armanca xwe û got: "Ji bo ewlehiya sindoqan çi ji destê me bê em ê bikin. Divê peywirdarên sindoqan qethiyen ji ser sindoqan neçin û heta radestî YSK'ê neyên kirin divê li ser wan bin. Em bang kesên ku ji bo AKP dengan didizin jî dikin; hûn çi dikin bikin jî dê ev îktîdar biçe, lê hûn daxilîs ûc nebin û nebin sûcdar."