Gundiyên ku sindoqên wan veguhastin: Emê sindoqan ji diza biparêzin 2018-06-23 09:19:07 COLEMÊRG - Li Geverê welatiyan bertek nîşanî biryara veguhastina 32 sindoqan da û destnîşan kirin ku ew dizan nas dikin û ew ê qethiyen destûrê nedin ku deng bên dizîn.  Li Gevera Colemêrgê bi biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) sindoqên 32 deveran hatin veguhastin. Gundiyên ku sindoqên wan hatin veguhastin, diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna xwe derkevin û heta hilbijartin bi dawî bibe ew ê li ser sindoqan bin.    'BIBIN MARSÊ JÎ EM Ê BIÇIN DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'    Vahap Çolgeçer (35) got: "Bi salan e gelê kurd têdikoşe. Em ê di her şert û mercî de destekê bidin hêla siyasî ya vê têkoşînê HDP'ê. Ne gund, ew sindoqan bibin Marsê jî em ê biçin û xwedî li dengê xwe derkevin. Ev gel di salên 90'Î de zilm dît. Du hêzên dewletê deynin ser sindoqan jî, dîsa rengê dengê me diyar e. Dê ev gel bi dengekî zêde parlementerên xwe hilbijêre."    'BI QASÎ DENGDAYÎNÊ XWEDÎDERKETINA LI DENGAN JÎ GIRÎNG E'    Saliha Selen (67) jî diyar kir ku tekane çavkaniya wan a debarê sewalvanî ye, lê belê dema heywanên xwe diçêrînin gelek caran ji mirinê difilitin. Selen got: "Zozanên me hatine qedexekirin, bajarên me rûxandin, li her derî noqteyên venêrînê hene, li her derî polîs û leşker hene. Êdî em ji van paolîtîkayan û zilm û çewisandinê bêzar bûne. Bila ev hilbijartin ji bo wan a dawî be. Êdî em dixwazin bi awayekî azad li ser xaka xw ebijîn. Di vê hilbijartina girîng de dengdayîn tenê e muhîm e, biqasî dengdayînê divê em xwedî li sindoqan jî derkevin û wan biparêzun. Kurdan her cure mirin dîtiye êdî ji mirinê natirsin."    İsmail Lefte (42) diyar kir ku tu pirsgirêka HDP'ê û derbaskirina bendê tune ye, lê belê ji bo di bin bendê de bimîne hîle û xurde tên kirin û got: "Li ber çavên me navçeya me rûxandin, em ji neçarî koçber bûn û zarokên me kuştin. Kesên xwedî wijdan dê deng nede vana."   Dayika bi navê Memirhan Baştug (73) diyar kir ku kesê li ser kar zarokên wan kuştine, zozanên wan qedexe kirine û bi salan e zilmê li wan dikin. Baştug got: "Êdî bila ev biçin. Bila hemû girtî azad bibin. Bi salan e em dengê xwe diparêzin. Em ê dîsa biparêzin. Ji bo vê yekê jin girîng in û dikarin sindoqan biparêzin."    'EM DIZA NAS DIKIN'    Melek Selen (32) diyar kir ku ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ye û got: "Di vê dema ku diz bi rihetî digerin, ji bo parastina dengan divê em zêde tev bigerin. Hemû kesên xwedî wijdan divê xwedî li HDP'ê derkevin û nehêlin di bin bendê de bimîne. Em dizan nas dikin, divê em li gorî vê yekê tevdîra xwe bigirin. Kesên ji tirsa vîna me girtin û xistin girtîgehê, em ê bi serketinê bersiva wan bidin û em ê wan ji zindanê derxînin."    MA / Fethi Balaman