HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye 2025-05-14 13:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku koma paramîlîter SMO ku girêdayî dewleta Tirk e, li Sûriyeyê bi taybet jî li dijî Kurdên sivîl binpêkirinên mafan klirine û bang li Sûriyeyê kir ku şexsiyetên di komujiyan de cih girtin ji artêşê derxîne.    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku kiryarên binçavkirin, talankirin û destdirêjiyê li sivîlan ên koma paramîlîter a girêdayî dewleta Tirk SMO’yên li bakurê Sûriyeyê berdewam dikin. Rêxistinê, cihgirtina serkirdeyên van komên paramîlîter a di nava artêşa Sûriyeyê de rexne kir û xwest jê bên derxistin.    ‘HIKÛMETA DEMKÎ JI RAWESTANDINA BINPÊKIRINAN BERPIRSYAR E’   HRW’ê bi domdarî got: “Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî têkildarî rawestandina binpêkirinan û hesabpirsînê berpirsyar e. Divê kesên ku berê binpêkirin kirine bêne dûrxistin û dezgehên ewlekariyê têkevin bin çavdêriya sivîl.”   Di raporê de bi domdarî wiha hate gotin: “Di nav wan serkirdeyên ku di cihên bilind de hatine erkdarkirin kesên mîna Mihemed El Casim (Ebû Emşa), Seyf Bulad (Sêf Ebû Bekir), Fehîm Îsa û Ehmed El Hayis (Ebû Hatim Şeqra) jî hene.”   ‘ÎŞKENCE Û BINPÊKIRIN DIDOMIN’   HRW’ê got ku bûyerên îşkencekirin û binçavkirinê yên li dijî Kurdan û sivîlên din, her wiha lêdan, neynûk kişandin, talankirina malbatan û ferzkirina cezayên pereyan li ser kesên ku vedigerin deverên xwe hatine belgekirin. HRW’ê got: “Her wiha bûyerên revandin, talan, gefên tundiyê û binçavkirina mirovan heta ku fîdye bê dayîn, hatine belgekirin. "   ‘BERPIRSYARTIYA TIRKIYEYÊ JÎ JI SÛCÊN ŞER HEYE’   Di raporê de hate destnîşankirin ku komên van binpêkirin û sûcên şer dikin alîkariyê ji dewleta tirk digirin û wiha hate gotin: “Ji ber ku Tirkiye alîkariyê dide van komên binpêkirinan dikin, ji sûcên şer berpirsyar e.”    Cîgirê rêvebirê HRW’ê Adam Coogle di dawiya raporê de ev tişt anî ziman: “Heke kesên ku binpêkirin kirine neyên dûrxistin û neyên cezakirin, gelê Sûriyeyê dê ji hêla artêşa xwe ya nû ve rastî binpêkirinan were.”