ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-23 09:00:24 * Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandinên girîng kir û got: “Li gorî baweriya min, ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Wê vê hilbijartinê winda bike. Heke ku gel xwedî li sindoqan derkeve, ez bi bawer im wê deriyê serdemek nû vebe.”  * Li Geverê welatiyan bertek nîşanî biryara veguhastina 32 sindoqan da û destnîşan kirin ku ew dizan nas dikin û ew ê qethiyen destûrê nedin ku deng bên dizîn.  * Berdevkê Çapemeniyê yê Komeleya Sîteya Veguhêzkaran a Mêrsînê Mûrat Kûmral diyar kir ku ji ber polîtîkayên şerî û bihabûna fiyetên mazotê fîrmayên mazotê top avêtine. Kûmral got, ji ber ku ajokar jî ji seferê pereyan qezenc nakin mesrefên wan zêde dibin.    * Namzetên HDP'ê yên Stenbolê diyar kir ku partiya wan ji bo ewlehiya sindoqan tevdîr girtiye, lê belê divê hilbijêr jî xwedî li sindoqên xwe derkevin û qadê neterikînin.    * Malbata Atûg ku 23 sal in ji bo aqûbeta 5 xizmên xwe yên windakirî tev digere, îşkenceyên wê demê bi bîr xist û got: "Malbatên zarokên wan windabûyî û li hestiyên wan digerin bila bi serbilindî biçin ser sindoqê."    * Rêxistinên HDP'ê yên Îzmîr, Aydin û Manîsayê xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê qedandin. Dê li hersê bajaran bi giştî 16 hezar û 580 kes ji bo ewlehiya sindoqan peywirdar bin. Her wiha dê li van bajaran maseyên krîzê jî amade bin.    * Hevserok û berdevkên KCD, DBP û HDP'ê yên Êlihê bal kişandin ser girîngiya hilbijartina ku dê sibê bê kirin û bang li welatiyan kirin ku xwedî li sindoqan derkevin.    * Namzetê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji bo tecrîda li ser Ocalan got: "Hindik maye têkeve riyeke ku vegera wê tune ye. Çimkî her diçe nefreta û şideta di navberê de kûrtir dibe."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Beşyolê ya Wanê tev li mîtînga Rêxistina HDP'ê ya Wanê bibe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbetna windayan bipirsin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 691'an de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, dê çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 489'an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li qada Gundogdu ya Îzmirê tev li mîtînga HDP'ê bibe. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û xizmên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di fefteya 326'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)   * Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 200'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiya ji bowindayan berdewam bikin. (18.00)