Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin? 2017-10-17 09:36:13 ŞIRNAK –  Di ser tatbîkata leşkerên TSK'ê û Iraqê ya beriya referanduma 25'ê Îlonê ya Herêma Kurdistana Federal bi hevre li deriyê sînorê Xabûrê pêk anîn mehek derbas bû. Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag daxuyanî da û got “Pişti xeba bi dawî bibin dê deriyê sînor têkeve kontrola hikûmeta Iraqê." Vê daxuyaniyê pirsa "Gelo dê mudaxaeya leşkerî li Sîlopiyê di deriyê Sînorê Xabûrê re bê kirin?" anî aqilan.   Tatbîkata leşkerên TSK'ê û Iraqê ku beriya referanduma 25'e Îlonêya Herêma Kurdistana Federal li ser sînorêxabûrê dabûn destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Tatbîkata niha bêdeng didome. Bê deng mazotê dibin û 3 dojin bi tangan manavra dikin.    Li qatên tatbîkatê yên herêma gundên Girgewrê, Kokit û Tilqebinê nokteyên çavdêriyê yên ji bo fermandaran hatin avakirin, hatin rakirin.  Li qatên rampên maşokên stinger tankên bi palet lê bi cih kirin. Li qada ku tedbîrên leşkerî lê zêde ne, ji bo zêdeyî 100 tankan kozik tên kolan. Li qada ku tatbîkat lê tê kirin leşkerên Iraqê jî tev lê dibe. Tê diyar kirin ku nêzî 50 leşkerên Iraqê di tatbîktan de cih digirin.    GUMANA KU DI SER SÎLOPYA RE MUDAXALE BIKIN HEYE   Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, piştî civîna MGK'ê ya 16'ê Cotmehê axivî û diyar kir ku niha li ser sînor rexşek awarte tune û wiha got: “Li ser sînorê ku di nava gel de wekî Deriyê Xabûr tê zanîn Deriyê Sînor ê Îbrahim Halil xebat tên kirin. Lijneya wezîran biryar girt û dest bi xebatan kirin. Piştî ev xebat biqedin dê ev derî bi tevahî têkeve kontrola hikûmeta Iraqê. Vê daxuyaniya Bozdag fikara ku gelo dixwazin di Sîlopiyê û deriyê Xabûrê re mudaxaleyî Başûr bikin anî aqilan.