11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye 2018-06-22 18:49:33   AMED – Baroyên 11 bajaran li hev kom bûn û li dijî daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bertek nîşan dan. 11 baroyan piştevanî da Baroya Amedê.   Baroya Amedê jî bo lêpîrsîna Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling hatibû kuştin bi lez bê birêvebirin û kujeran derbixin holê, vê hefteyê jî li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Baroyê li dijî daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu vê hefteyê pankarta “Ji bo parastina mafê mirovan û serdestiya hiqûqê, em li cihê kuştina Tahîr Elçî ne” hildan.    Ji ber ku Soylu, Baroya Amedê kiribû hedef baroyên 11 bajaran û hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî piştevanî dan çalakiyê. Alîkarê Serokê Baroya Stenbolê Necmî Şîmşek, Serokê Baroya Enqereyê Can Duran,  Serokê Baroya Antalayayê Polat Balkan, Serokê Baroya Bursayê Gurkan Altun, Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan, Serokê Baroya Edeneyê Sebahattîn Gumuş, Alîkarê Serokê Baroya  Şirnexê Nûşîrevan Elçî, Serokê Baroya Semsûrê Mustafa Koroglu, Serokê Baroya Êlihê Hamît Çakan, Serokê Baroya Wanê Murat Timur û Serokê Baroya Rihayê Ahmet Tuysuz û rêveberên ÎHD, TÎHV û Înîsiyatîfa Maf jî amade bûn.    'BENZÎNÊ LI AGIR DIKE’   Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û diyar kir ku ew li dijî gotinên Suleyman Soylu û ji bo pirsîna kujerên Tahîr Elçî bi beşdariya gelek baroyan ew li ber Edliyê ne û got: “Baroya Amedê her tim mîsyona xwe ya ji bo mafê mirovan û serdestiya hiqûqê leyîstiye û têkoşîna maf birêve biriye. Elbet diyar dibe ku desthilatdariya siyasî û kesên binpêkirina mafan pêk tînin ji vê têkoşîne aciz in. Lê wê baroya Amedê vê mîsyona xwe ya mafê mirovan û serdestiya hiqûqê bide meşandin.”    Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan jî anî ziman ku gotinên Suleyman Soylu mîna “tu benzînê bi agirê du bendiyê ve bikî” nirxand û got: “Ev daxuyanî li dijî aqil, hiqûq û wîjdanan e. Em dibêjin Baroya Amedê ne bi tenê ye.”    'VEŞARTINA DELÎLAN BÛYERA PIRSÛSÊ KÛRTIR DIKE’    Serokê Baroyê Enqereyê Can Duran jî destnîşan kir ku tevî ku 130 hefte di ser kuştina Tahîr Elçî de derbas bûne hêj kujer dernexistine holê û ew ê bibin şopdarê vê dozê. Duran diyar kir ku tarîkirina delîlên bûyera Pirsûsê hin bêtir bûyerê kurtir dike û ew krîmînalîzekirina Baroya Amedê qet qebûl nakin.    ‘TIŞTEK BIBE BERPIRSYAR SOYLU YE’    Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan jî da zanîn ku ew di rojên zor û zehmet de derbas dibin û got: “Tiştek were serê Serokê Baroya Amedê û endamên wê, berpirsyariyê wê yê sereke Suleyman Soylu ye.”    Serokên baroyên din jî daxuyaniyên kurt dan û pişt re çalakî bi dawî bû.