OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin 2018-06-22 18:46:41   EFRÎN - Komên çekdar ên girêdayî OSO li Efrînê piştî 2 roj berê bijîşkek kuştin, niha jî sivîlekî din kuştin.    Li Efrînê di 20'ê Hezîranê de komên çekdar ên girêdayî OSO bijîşkek û jinek kuştibûn. Komên çekdar ku bi ser mala bijîşk Samî El-Ferac de girtin û  bijîşk nerazibûn nîşanî wan dabûn, bijîşk di malê de kuştin. Gel bertek nîşan dabûn û piştre li ser girsê gule reşandibûn. Piştî kuştina bijîşk di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes birîndar bûbûn. Hat diyar kirin ku komên çekdar îro sivilek din kuştin. Hat gotin ku yek ji wan kesên birîndar bibûn vê sibê jiyana xwe ji dest daye.  Li gor agahiyan kesê bi guleyên komên çekdar birîndar bibû û navê wî nayê zanîn ji ber destûr nedan bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat destnîşankirin ku leşkerên TSK'ê û OSO li derveyê Efrînê li cihên bilind rawestiyane, polîsên sivîl û fermî jî ji bo girse dernekevin kolanan û çalakiyên şermezarkirinê pêk neyinin ji duh êvarê ve her tax û kolanan girtine û derketina kolanan hatiye qedexekirin.