123 rojin di hucreyê de 2017-10-17 09:35:26 DENÎZLÎ - 20 girtiyên di 17’ê Hezîranê de ji Girtîheha Tîpa L a Antalyayê sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê kirin, 123 rojin di hucreyan de tên girtin.   19 girtiyên siyasî û 1 jê girtiyê LGBTÎ bi giştî 20 giriyên di 17’ê Hezîranê de ji Girtîgeya Tîpa L Antalyayê sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin, 123 rojin di hucreyan de tên girtin. Sakîne Jîr a bi xizmên xwe re hevdîtin kir, diyar kir ku hîna jî girtî di hucreyan de tên girtin û mafê nameyên girtiyan sînordar kirin e. Jîr, da zanîn ku girtiyan ji bo ji hucreyan derbixin, ev 2 rojin dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha got: “Ji greva birçîbûnê tu encam bi dest nexistin û bi tu awayî rayedarên girtîgehê bersivê nadin daxwazên wan.”    Girtiyên hatin sîgûnkirin, hem li Antalyayê û hem jî li Denîzliyê hatin îşkecekirin. Hat aşkera kirin ku girtî di lêgerîna tazî re derbas kirin û navê 16 kesên di hucreyande tên girtin wihane: “Sezer Ozkan, Kazim Benek, Abdulkadîr Tatli, Emrullah Çam, Mehmet Aktaş, Halîl Muratoglu, Ozkan Încî, Seyfettîn Gunbey, Lokman Sevîlgen, Bîlal Aksu, Mahsum Ozkan, Îlhan Yukkol, Vahît Şahînoglu, Orhan Onat, Adnan Karataş û Mehmet Yalçîn.”    ‘LI CIHÊ KU KAMERA NABÎNE DERP KIRIN’   Yek ji parêzarên Komeleya Mafê Mirovan Perîhan Uge ya di 4’ê Tîrmehê de bi girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê re hevdîtin kir, bi rapora amade kirî bal kişan dibû ser rewşa girtiyan. Uge, diyar kiribû ku hejmara leşkerî li ser girtiyan ferz dikin û girtiyên li dijî vê yekê derdikevin jî tên derpkirin. Uge, di rapora xwe de wiha gotibû: “Li ser kertên hikûmxaran ‘Endamê rêxistina Teror’ nivîsandin. Girtî li dijî vê pêkanînê derdikevin. Vê carê jî li ser kartan ‘PKK’ nivîsandin. Dema kamera vekirîbin, gardiyan pir nazîk û rehet nêzî girtiyan dibin. Lê dema kamera tunebe, girtî tim tên derpkirin. Dermanên girtiyên nexweş jî nadin wan. Kesê LGBTÎ jî tim kêm tê xistin.”      'HINCET EWLEKARÎ NÎŞAN DABÛN’   Em li girtîgehê gediyan, rayedarên girtîgehê, diyar kirin ku “Bi hinceta ewlekariyê di hucran de tên girt.” Piştre em cardin li girtîgehê geriyan, vê carê berevajî hinceta destpêkê gotin, “Ew nikarin agahî bidin.” Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, diyar kir ku dê ji bo rewşa girtiyan bikevin nava tevgerê.