Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn 2018-06-22 15:53:25   SÊRT - Wesayîta welatiyên duh xwestin ji navçeya Xizxêr biçin mitînga HDP’ê ya Sêrtê, ji rê derket û qulipî şarampolê. Di qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.    Wesayîta plakaya 34 DZ 5613 a welatiyên di 21’ê Hezîranê de xwestin ji navçeya Xizxêr biçin mitînga HDP’ê ya Sêrtê, li ser rêbejahiya Sêrt-Xizxêr a 15 kîlometre nêzî Sêriyanê qulipî şarampolê. Ridvan Kiliçer ê di wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Diyar, Umut, Saît Batur û Îbrahîm Yildiz birîndar bûn. 2 birîndar rakirin nexweşxaneya Xizxêr û 2 birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.