‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’ 2018-06-22 15:08:35   WAN - Platforma Jinan a Ahtamara, diyar kir ku di serdema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin û got: “Di 24’ê Hezîranê de, dê jin piştgiriyê nedin bloka AKP û MHP’ê.”   Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê, derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de, helwesta xwe diyar kir. Platformê li avahiya KESK’ê civîna çapemeniyê pêk anî û li ser navê Platformê Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Ekîn Yeter daxuyanî da.    'DI PÊVAJOYA DESTHILATDARIYA AKP’Ê DE 6 HEZAR Û 400 JIN  HAT KUŞTIN'   Yeter, bal kişand ser kirînên di pêvajoya desthilatariya AKP’ê de û wiha got: “Di ser dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin. Tenê di sala 2017’an de 409 û di 5 mehên dawî yên sala 2018’an de jî 167 jin hatin kuştin, 332 jin rastî tundiya zayendî hatin,  387 zarok jî rastî îstîsmarê hatin û 20 zarok hatin kuştin. Di sala 2016’an de li Wanê 777 zarokên keç ên ji 17 salî biçûktir ducanê bûn. Di sala 2017’an de li Wanê 8 hezar û 779 zarokên keç hatin zewicandin. Ji sala 2012’an û vir ve 440 hezar zarokên keç ên temenê wan dibin 18’an re ducanî bûn. 15 hezer û 937 zarokên keç ên temenê wan dibin 15 salî re rastî tecawîzê hatin û ducanê bûn. Di navbera salên 2014 û 2017’an de jî 2 hezar û 438 jinan întîxar kirin.”   ‘EM Ê DENG NEDIN BLOKA AKP Û MHP’Ê’   Yeter, da zanîn ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de deng nedin bloka AKP û MHP’ê û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Bi OHAL û KHK’an xwestin jinên polîtîk ji qadên siyasetê dûr bixin. AKP’ê hemû destkeftiyên jinan deste ser kirin. Ji ber vê yekê em jin dê di hilbartinê de deng nedin bloka AKP û MHP’ê. Emê ji AKP’ê rê bêjin êdî bese.”