Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye 2018-06-22 14:55:21   ÎZMÎR – Gelê Îzmirê ji mîtinga ku sibê ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş bê li darxistin amade ye. Rêxistina HDP'ê ji bo mîtînga Demîrtaş ku sibê li Gundogdu pek bê bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.    Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê sibê li Qada Gundogdu ya Îzmirê ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş mîtîngê pêk bîne. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê amadekariyên dawî kirin. Li bendê ye ku bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder dê tev li mîtîngê bibin. Dê axaftina Demîrtaş a dawî di mîtîngê de bê guhdar kirin. Mîtîng dê sibê saet di navbera 13.00 û 17.00’an de pêk bê.    Hevsesoraka Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê Semra Uzunok, bang li hemû gelê Îzmirê kir û xwest her kes beşdarî mîtînga Demîrtaş bibin. Uzunok, anî ziman ku ew dê bi ruhê Newrozê peyama 24'ê Hezîranê di 23'ê Hezîranê de bidin û helwesta xwe diyar bikin. Uzunok, da zanîn ku amadekariyên wan ên ji bo mîtîngê temam in. Uzunok, herî dawî destnîşan kir ku gelê  Tirkiye dê li Qada Gundogdu ya Îzmirê bersîva îtifaqa AKP-MHP'ê bide û wiha got: "Divê ev qad bibe roja mahşerê. Divê her kes bi reng û baweriyên xwe tev li mîtnînkgê bibin. Dive her kes ji bo aştî, edalet û demokrasiyê dengê xwe bihind bikin."    Welatî Nusret Çakar, jî anî ziman ku ew dibêjin Êdî Bes e xwest her kes bêjin êdî bes e û hemû gelê Îzmîrê tev li mîtingê bibe. Welatî Selim Tosun jî bang li hemû gelê ÎZmirê kir û xewst her kes ji bo aştî û demokrasiyê tev li mîtîngê bibin. Welatî Ali Sucen jî bang li her kesî kir û xwest her kes beşdarî mîtîngê bibin û roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.      Mîtînga HDP'ê ya Îzmirê dê di 23'ê Hezîranê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdu dest pê bike.