Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin 2018-06-22 14:28:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên ku ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çûn Binarê Qendîlê, bi dîruşmeyan meşiyan.    Bi hezaran welatiyên ji Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Raperîn û Şarezor serê sibehê derketibûn rê, gihîştin Qendîlê. Girseya gel li vir çû mizgeftê û nimêja înê kir. Di xutbeyê de operasyonên Tirkiye şermezar kirin. Piştî nimêjê girseya gel derbasî gundê Pirdeşalê bû û dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên “Serî hilde, dagirkeriyê têk bibe”, “Ciwan çiya vala nakin” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Girseya gel li ber strana “Lêxe gerîla lêxe, agirê şoreşê pê” hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê anî ziman. Dirûşmeyên, “Bijî gerîla”, “Bimre dagirkerî”, “Bijî serok Apo” berz kirin. Çalakiya hezaran kesên hatin li Qandîlê kom bûn didome.