Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin 2018-06-22 14:06:07 ENQERE – Li gorî rapora ku ÎHD û TÎHV’ê amade kirin; di dijî HDP’ê 93, CHP’ê 12, Partiya Saadetê 8 û AKP’ê jî 2 êrîş pêk hatin. Li dijî MHP’ê qet êrîş pêk nehatin û di pêvajoya xebatên hilbijartinê de partiya ku endamên wan herî zêde rastî êrîşan hatin HDP ye. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) derbarê binpêkirin û êrîşên di pêvajoya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê pêk hatin de li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civaîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalöi û endamên MYK’a ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.    Turkdogan di civînê de axivî û got: “Derbarê li Tirkiyeyê dê hilbijartin ne demokratîk, ne adîlane û li gorî rêgeza rastiyê pêk neyên de gelk rexne hatin kirin. Bûyera li navçeya Pirsûsê hat jiyîn mînaka ve ya herî sereke ye. Ji bo ronîkirina bûyerê, divîya bû rayedar alîkarî dabûna dozgeran. Lê daxuyanî û helwesta Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên derbarê bûyerê de, pir ecêp bûn. Ji ber vê yekê diviya bû Soylu îstîfa bike, lê bi tu awayî nêzî vê yekê nebû û tim piştgirî da desthilatdariyê.”   Turkdogan, da zanîn ku ji roja 26’ê Nîsana 2018’an a  biryara hilbijartinê hat dayîn û heya 20’ê Hezîran 2018’an gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û wiha bilêv kir: “Peywirdarên çamawerî bi tu awayî erkên xwe ne anîn cih. Em bang li hemû peywirdarên bespirs dikin ku ji bo hilbijartinek demokratîk û adîlane erkên xwe bînin cih. Ez bang li hemû hilbijêran dikim  ku deng bidin û xwedî dengên xwe derbikevin. Divê hemû muşahit serê sibê berî saet 06.00’an biçin ser sindoqan.”    Turkdogan, da zanîn ku dê di 24’ê Hezîranê de Navenda Giştî ya ÎHD’ê, hemû şax û nûnertiyê wê vekiri bin û dê li dijî binpêkirinên mafan serlêdanan qebûl bike.   BÎLANÇOYA BINPÊKIRINÊN MAFAN    Bîlançoya binpêkirinên mafan ên li dijî rêveber, endamên partiyan û partiyên siyasî yên ji 28’ê Nîsanê heya 21’ê Hezîrana 2018’an de pêk hatin jî, di civînê de hat ragihandin.    Li gorî rapora hat amade kirin, êrîşên li dijî buro û wesayîtên hilbijartina partiyên siyasî, endam, rêveber mitîng, xebatkar, stant û mûdaxilekirina polîsan wihane: “     HDP: 93 êrîş İYİ Partî: 12 êrîş  CHP: 12 êrîş  Partiya Saadetê: 8 êrîş   AKP: 2 êrîş  MHP: Tu êrîş pêk nehatin    KUŞTIN Û BIRÎNDAR KIRIN     Pirsûs/Riha: 4 mirî (3 HDP, 1 AKP) HDP: 49 derp û birîndarî  İYİ Parti: 24 derp û birîndarî  Partiya Saadetê: 2 jê bi giranî 5 darp û birîndarî CHP: 8 derp û birîndarî AKP: 3 derp û birîndarî     Serbixwe: Li Îzmîrê êrîşî Nemzetê Parlamenteriya Serbixwe Denîz Arik hat kirin û derp kirin.   Bi giştî: 4 mirî, 90 derp û birîndarî.   TEKANE PARTIYA ENDAMÊ WÊ RASTÎ ÎŞKENCÊ HATIN HDP YE   Di pêvajoya xebatên hibijartinê de 26 endamên HDP’ê û 2 jê Partiya Saadetê rastî îşkence û muamelaya xerab hatin. Cardin dibin çavan û li cihên cuda 33 kesên rastî muameya xerab û îşkenceyê hatin HDP’î bûn.    BINÇAVKIRIN Û GIRTIN   HDP: 361 binçav kirin, 13 girtin  AKP: 9 binçavkirin ı MHP: 6 binçavkirn, 2 girtin  Namzetê Parlamenteriya serbixwe Mahmut Konuk 11 binçav kirin.  Bi giştî: 387 binçavkirin, 15 girtin    QEDEXEYÊN MITÎNG Û XWEPÊŞANDANAN    HDP: 17 CHP: 2 İYİ PARTÎ: 2