Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin 2018-06-22 14:01:22   EDENE - Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, bang li hemû hilbijêran kir û xwest ji bo vina wan li meclîsê bê xuyakirin sindoqan biparêzin û dorpêç bikin.    Namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatimogulları, bang li hemû hilbijêran kir û xwest ji bo vîn û dengê wan li meclisê bê dîtin xwest heta dawi li sindoqan xwedî derkevin û sindoqan biparêzin. Hatîmogullari ji hilbijêran xwest ku vê firsenda dîrokî ji dest nerevînin û wiha got: "Ji bo li vî welati mafên mirovan, aştî, azadî, aramî, edalet û wekhevî pêş bikeve divê vîna her kesî li meclîsê bê xuyakirin. Ez li vir bang li hemû hilbijêrên li Tirkiye dikim ku li sindoqan xwedî derkevin û destûr nedin li ser sindoqan hîle û lîstik bên kirin. Ji bo siberojek ronî, aştiyane û demokratîk divê her kes biçin ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkevin. Ger ku em biçin ser sindoqan deng bidin û sindoqên xwe biparêzin serkeftin ya me ye."