Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene 2018-06-22 12:49:53 STENBOL - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîfen Yuksekdag, ji bo îfadeyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên “Niha me çar dîwar dan wê. Kîjan diwarê bixwaze bila pişta xwe bidiyê” bersiva “Ew dîwarên te qet ne di xema me dene.” Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bersiva da îfadeyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên di bernameyek televîzyonê derbarê daxuyaniyên Yuksekdag ên ji bo Rojava dan de, got “Niha me çar dîwar dan wê. Kîjan diwarê bixwaze bila pişta xwe bidiyê.”   Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, serê sibê li ser hesabê Twîtterê di daxuyanî da de wiha bersiva gotinên Soylu: “Ew dîwarên te qet ne dixema me dene.”