Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin 2018-06-22 12:48:16 RIHA - Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Emîne Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz kurên wê Adil û Celal Şenyaşar û hevserê wê Hecî Esvet Şenyaşar qetil kiribûn ziyaret kir û sersaxî xwestin.  Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amedê, çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz kurên wê Adil û Celal Şenyaşar û hevserê wê Hecî Esvet Şenyaşar qetil kiribûn û sersaxî ji malbate xwestin.  Emîne Şenyaşar, Dayikên Aştiyê pêşwazî kir ji qala zarokên xwe û bûyerê kir û got: "Wan qet ez xemgîn nekirim. Êvarî dihatin malê. Wan nanê xwe dixwar û dihatin cem min. Li malê nedihiştin ku ez karekî bikim. Wan tenê karê xwe dikirin. Nediçûn qehweyê jî. Ji bo hemû gelê Pirsûsê bitirsin û dengê xwe bidin AKP'ê hevserê min û du lawên min qetil kirin."    ÊŞA ME YEK E'   Dayika Aştiyê Havva Kiran jî sersaxî ji malbatê xwest û diyar kir ku ew jî heman êşê dijîn û wiha got: "Bila serê gelê Kurd sax be. Êşa me yek e. Em êdî naxwazin li welatê me bûyerên bi vî rengî pêk were. Em bang li hemû Kurdan dikin ku bersiva xwe li ser sindoqan bidin kujeran. Tarbeyek meqarna dikare xilas bibe lê xwîna zarokên vî gelî xelas nabin. Ji bo berjewendiyên hinek kesan divê em hevdû nekujin. Xwîna zarokên gelê Kurd ne erzan e. Kesek nikare bedela vê xwînê bide. Divê ev xwîna êdî bê sekinandin."