Kûçikên polîsan 35 mih kuştin 2018-06-22 12:11:50 ŞIRNEX - Kûçikên polîsan êrîşî 35 mihên welatî Ramazan Matur ê li Cizîrê dijî kirin û 35 mihên wî kuştin.    Li Taxa Konak a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, koçikên polîsan êrîşî mihên welatî Ramazan Matur kirin. Koçikên polîsan ketin baxçeyê mihên Matur û êrîşê  mihan kirin. Di êrîşa koçikan de 35 mihên Matur telef bûn û 19 mih jî birîndar bûn. Polîs û rayedarên Midûryeta Çandiniya Navçeyê hatin cihê bûyerê û derbarê bûyerê de girtek girtin.