Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene 2018-06-22 11:17:50 AMED - Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Mehmet Oner, diyar kir ku ew ê 74 sindoqên ji aliyê YSK’ê ve hatin vuguhestin û anîn bahev, dê bixin bin mercekê.  Xebatên hilbijartinê yên 24’ê Hezîranê hêdî hêdî bi dawî dibin. Li herêmê roja herî sereke hilbijartin û ewlekariya sindoqane. Bajarê herî zêde pêkanînên OHAL’ê lê tên jiyîn Amede. Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) di çarçoveya biryara veguhestina sindoqan de, 74 sindoqên 8 navçeyên Amedê veguhestin û anîn bahev. Di serî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hemû partiyên siyasî yên mûxalîf ji bo parastin û ewlekariya sindoqan xebatên xwe temam kirin.      PARÊZER DÊ LI 17 NAVÇEYAN PEYWIRÊ BIGIRIN    Tevgera Bê Te Nabe, ya di çarçoveya projeya “Li her bajêrê, her dibistanê parêzerek” 140 parêzên ji Baroya Amedê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Deng û Dûre û parêzerên dildar pêk tên, dê roja hilbijartinê, ji bo ewlekariya sindoqan li 17 navçeyên Amedê peywirê bigirin. Têkiliya parêzaran dê bi peywirdarên sindoqan re hebin û li dijî pirsgirêkên bên jiyîn, dê hewldanên hîqûqî bînin cih.   'EM LIGEL HILBIJÊRÊN XWE NE'    Endamê Komîsyona Hiqûqî yê HDP’a Amedê Mehmet Oner, derbarê xebatên ewlekariya hilbijartinê de axahî dan û wiha axivî: “Ji bo ku gel biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, me bi awayekê dîldarî xwest em peywirê bigirin. Piştî biryara YSK’ê ya veguhestina sindoqan, hilbijêr ketin nava fikarên mezin. Lê bila gelê me baş zanibe em ligel wan bin. Di warê hiqûqî de em ê piştgiriyê bidin wan. Wê rojê ligel hemû astengiyan jî, divê hilbijêr dengên xwe bidin.  Ji bo em dawî liv an bêhiqûqiyan bînin, dê em dengê xwe bidin.”   SINDOQÊN HATIN VEGUHESTIN DIBIN MERCEKÊ DENE   Oner, di dawiya  axaftina xwe de wiha  got: “Sindozên hatin veguhestin û anîn bahev, dibin mercekê dene. Wê rojê dê çav û guhên ne li ser wan sindoqan bin. Li ser her sindoqên hatin vegustin dê hevalekê me yê parêzer hebe. Hevalên me yên parêzer dê hemû pirsgirêkên derbikevin holê, çareser bikin.”