ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN 2025-05-05 09:00:03   * Songul Kapanci piştî bi şertê kontrola edlî hate berdan, bi heman sedemê dîsa hate girtin. AYM’ê, ji bo dîsa girtina Songul Kapanci biryara binpêkirina mafê “azadî û ewlehiyê” da.    * Endama Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet Ozlem Gumuştaş bal kişand ser navberên rûniştinan ên demdirêj û got: “Em dibînin ku dixwazin pêvajoya darizandinê bi demê re vehêlin û dosyaya dozê bidin jibîrkirin.”    * Teqawidên ku ji ber krîza aborî rojên zehmet derbas dikin, diyar kirin ku mûçeyê wan bi têrî wan nake û gotin: “Em dixwazin weke mirovan bijîn.”    * Welatiyên ku di tevahiya rojê de çûn serdana şîna Sirri Sureyya Onder a li Amedê, soza “mezinkirina têkoşînê” dan.    * Danişîna doza Halîl Bîlîk ku tacîza zayendî li zarokek a 12 salî kiribû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê lidarxistin. (10.00)   * Li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan dê ji bo Sirri Sureyya Onder şîn bê danîn. (10.00-17.00)   * Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey a li Şîşliyê şîn bê danîn. (11.00) ZINDΠ   * Danişîna doza têkildarî qetilkirina Ahmet Gun dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.00)