Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin! 2018-06-22 10:19:53 ENQERE - Heta niha di hilbijartinên li Tirkiyeyê pêk hatin gelek lîstik û hîleyên cuda pêş ketin. Rewşenbir û siyasetmedar hilbijêran hişyar dikin ku bi taybetî li dijî lîstik û hîleyên hilbijartinê baldar bin. Bi taybetî siyasetmedarên kurd bang li hilbijêr û peywirdarên sindoqan dikin ku sindoqan bê xwedî nehêlin û biparêzin.  Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê û Parlamenteriyê re 2 roj man. Di rojên dawî de herî zêde ji bo parastina sindoqan bang tên kirin. Ji ber ku heta niha gelek lîstik û hîle li ser sindoqan hatine lîstik dixwazin ku gel biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin. Piştî Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan bang li serokên teşkîlatên navçe û taxan kir ku karê HDP'ê xelas bikin û wê têxin dorpêçê, niqaşên ku ji bo sindoqan ji dizî, hîle û lîstikan biparêzin zêde bû.    LI PÛSULAYÊN SEXTE BALDAR BIN   Piştî polîtîkayên AKP'ê yên li dijî HDP'ê û hilbijartinê bi taybetî ji hilbijêr û muşahîdên ser sindoqan tê xwestin ku bi çar çavan sindoqan biparêzin. Ji hilbijêran tê xwestin ku dema çûn deng avêtin li mohra li ser zerf û pusulayan binerin. Dîsa dixwazin biçin ser sindoqan û  rê li pêş hîstikan amade bikin. Niha tê gotin ku plan û projeyên îktîdarê ewe ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin û bi serê xwe bibe iktîdar. Ji ber vê yekê ewil xwest beriya hilbijartinê cihê sindoqan biguherîne. Qeydên hilbijêran cihê wan biguherîne. Niha jî dixwaze li ser sindoqan mudaxaleyî hilbijeran bike. Dikare pusulayên sexte çap bikin. Dikarin li cihê krîtîk mudaxaleyî sindoqan û hilbijêran bikin.    LI SONDOQÊN GEROK BALDAR BIN   Yek ji rêbaza lîstikan sindoqên gerok e. Îktîdar ji bo kesên nikare biçe ser sindoqê rêbaza sindoqên gerok pêş xist û dikare li ser van sindoqan lîstik û hîleyan pêk bîne.    Dema deng davêjin dikarin lîseyan pêş bixin. Bi taybetî kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune dikarin wan şaş araste bikin. Dîsa dikarin li ser navê lîste yên kesên şaş îme bavêjin. Dikare berê pûsulayên ku berê hatine mohr kirin bavêjin sindoqê. Ji ber vê yekê divê hilibjêr baş li zarf û pusulayan binerin û kontrol bikin. Mohra YSK'ê lê heye ya na. Berê mohra deng lê hatiye xistin ya na. Berê YSK'ê daxuyanî dabû ku pusulayên bi îşaret û bê mohr dê bê erêkirin. Ji ber vê yekê divê bi taybetî hilbijêr pusulayan baş kontrol bike. Berê mohra deng lê hatibe xistin divê itîraz bike. An jî mohra YSK'ê lê tune de dîsa îtîraz bike. Dîsa teqez dema hilbijêr çû deng avêt li dijî dengê dubare hişyar be. Li şûna îmzeya wî îmzeyên sexte neyên avêtin.    Dibe ku ji bo kesên xwendin û nivîsandina wan tune be berpirsiyarên li ser sindoqê bi hilbijêran re biçe ser sindoqê û wan araste bike. Divê hilbijêr li dijî vê yekê hişyar bin. Dikarin destûr nedin ku hilbijêr biçin ser sindoqan. Divê hilbijêr li hemberî vê yekê mafê xwe zanibin û mafê xwe biparêzin. Dengek du caran nayê jimartin. Ji vê yekê dikarin piştî sindoq hatin girtin û deng hatin jimartin dubare pulula bijmêrin. Ji bo vê yekê divê bi taybetî endamên lijneyasindoqan baldar dev bigere û destûr nede jimartina şaş bê kirin.    Dîsa roja hilbijartinê divê li hemberî daxuyaniyên aşkerekirina hilbijartinê ya zû jî baldar bin û rê nedin ku moral û derûniyê xera bikin.      MA / Kenan Kirkaya