‘Got kurd im' û doza dengan kir, lê gundiyan ew qewirand 2018-06-22 09:29:12 ÎDIR - Namzetê Partiya Saadetê yê Îdirê Alî Guner dema çû gund ku kurd û hilbijêrên HDP'ê lê zêde ne û got: "Ez jî kurd im, parlementerekî HDP'ê garantî ye. Ji ber vê bila ji her malekê kesek dengê xwe bide min." Li ser vê gundiyan Guner ji gund qewirand.  Li îdirê namzetê Partiya Saadetê Alî Guner, yek ji avakarê AKP'ê ye. Guner, di hilbijartina 22'yê Tîrmeha 2007'an de bû Parlementerê AKP'ê yê Îdirê. Her wiha di sala 2002'yan da navê wî derket ku bi qaçaçîtiya mazotê dike. Guner ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bû berendamê AKP'ê, lê belê piştî namzetiya wî nehat qebûlkirin vê carê derbasî Partiya Saadetê bû.    GOT KURD IM û PROPAGANDA KIR    Guner, çû gund û taxên ku dengên HDP'ê lê zêde ne û got: "Parlementerekî HDP'ê garantî ye. Hûn jî dizanin ez jî kurd im. Bila ji her malê kesek dengê xwe bide min. Eger hûn dengê xwe nedin min dê parlementerê duyemîn AKP'î be. Dê dengê we biçe ji AKP'ê û guran re."    GUNDÎ: MA TU NE AKP'IYÊ BERÊ YÎ?    Piştî ku Guner, li gundan doza dengan kir gundiyan bertek nîşan da. Gunerê ku çend roj berê çû gundê Murşîtlî yê navçeya Qereqoyînliyê dema ji welatiyan re got "Tiştên ku AKP dike li holê ne. Eger ji her malê kesek dengê xwe nedemin, dê deng ji AKP'ê re biçin." Li ser vê gundiyan ji Gunerî re got tu AKP'iyê berê yî û wî ji gund qewirandin.