Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû 2025-05-01 16:34:06   STENBOL - Mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê bi daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê bi dawî bû.    Mitînga 1’ê Gulanê ku li Qada Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê hat lidarxistin, bi dawî bû. Tevî baranê û hewayê sar jî bi hezaran kes tev li bûn. Di mitîngê de daxwaza ji bo aştî, wekhevî, azadî û jiyaneke demokratîk derketin pêş. Her wiha peyama têkoşîna karker û kedkaran hate dayin û bal kişandin ser pêwîstiya bi têkoşîna hevpar.    DIRÛŞM    Di tevahiya rojê de li qadê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Maf, hiqûq, edalet”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    Mitîng, bi stranên Grup Munzurê û bi gerandina govendê bi dawî bû.