ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-22 09:00:37 * Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran diyar kir ku di hilbijartinê de hilbijêr çi qasî zêde biçin ser sindoqan dê HDP ewqasî bi ser bikeve û got: "Bila gelê me nebêje ji dengekî tiştek dernayê. Bila herkes dengê xwe bi kar bîne."  *  Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku li Qersê bi ferqeke mezin partiya yekemîn partiya wan e û got: "Çimkî gel ji muxalefetê û nemaze jî ji HDP'ê gelekî bi hêvî ye. Girseyeke ku em ê bibin bersiva wê heye."    * Şêniyên gundê Şapatan ê Şemzînanê ku tim bi bûyerên îşkencekirinê di rojevê de ye, 24'ê Hezîranê wekî roja hesabpirsînê dibînin. Gundiyan got, ew ê di hilbijartinê de dnegê xwe bidin HDP'ê.    * Namzetê Partiya Saadetê yê Îdirê Alî Guner dema çû gund ku kurd û hilbijêrên HDP'ê lê zêde ne û got: "Ez jî kurd im, parlementerekî HDP'ê garantî ye. Ji ber vê bila ji her malekê kesek dengê xwe bide min." Li ser vê gundiyan Guner ji gund qewirand.    * Heta niha di hilbijartinên lie Tirkiye pêk hatin gelek lîstik û hîleyên cuda pêş ketin. Rewşenbir û siyasetmedar hilbijêran hişyar dikin ku bi taybetî li dijî lîstik û hîleyên hilbijartinê baldar bin. Bi taybetî siyasetmedarên kurd bang li hilbijêr û peywirdarên sindoqan dikin ku sindoqan bê xwedî nehêlin û biparêzin.    * Dîroknas Erdogan Aydin, ji hemû hilbijêran xwest ku her kes bi fikara hevpar di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. Aydin, da zanîn ku HDP û Selahattin Demirtaş di 7'ê Hezîranê de rê li pêş rejîma yek zilamî girt û wiha got: "Divê her kes li dijî rejîma yek zilamî dengê xwe bidin HDP’ê û Demirtaş."    *  Hevserokê HDP'a Şirnexê Zekî Îrmez, diyar kir ku roja hilbijartinê ew ê ji 8 hezarî zêdetir kesan bibin ser sindoqan û got: "Kesên ku derfetên wan tune ne, bila xwe bigihînin me. Botanî bi vê hilbijartinê dikarin hesabê tiştên hatine ser wan bipirsin."    * HDP'ê li Bedlîsê amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan temam kir û aramnaca wê ew e ku ji bajêr 3 parlementeran bişîne Meclîsê. Hevserokê HDP'a Bajêr Mehmet Yalçinkaya ji bo ewlehiyan sindoqan got: "Divê bûyereke biçûçik jî ji maseya krîzê re bê ragihandin."    * Li Wanê amadekariyên mîtînga fînalê ya HDP'ê temam bûn. HDP'ê bang gel kir ku bên Qada Beşyolê û got: "Em ê hêza 23'yê Hezîranê di 24'ê Hezîranê bi biryardariya gelê xwe ew bikin yek."    * Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyilidiz ku parlementeriya wî hat betalkirin û niha li derveyî welat e, diyar kir ku 24'ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye û bang li gelê Botanê kir ku xwedî li sindoqan derkeve.    * Danişîna doza 138 endam û rêveberên HDP'ê yên li Manîsayê tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manisayê bê dîtin. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navçeya Şemzînan û Geverê bigel re bê cem hev. (11.00-13.00)   * Baroya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahîr Elçî yê li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin bibîr bînin û hesab bipirsin, dê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)      * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê tev li mîtînga HDP'ê ya Dersimê bibe. (15.00)