Ji bo Onder stran hat çêkirin 2025-04-30 13:02:50   STENBOL - Muzîkjen Endam Huner ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, bi navê “Li Ber Xwe Bide Sirri (Diren Sırrı) stranek amade kir.    Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Şîşlî ya Stenbolê di roja 14’emîn de didome. Metirsiya li ser jiyana Onder hêj didome. Her roj bi sedan hezkiriyên Onder diçin nexweşxaneyê û piştevaniyê didin. Li hêla din endamê Yekitiya Xwediyên Berhemên Musîkî ya Tirkiyeyê (MESAM) muzîkjen Endam Huner, ji bo Onder stranek amade kir.    Huner, bi navê “Li Ber Xwe Bide Sirri (Diren Sırrı)” stran amade kir û got ku ji ber rewşa Onder xew bi çavên wî nakeve.    Huner, got: “Besteyên stranê min di şeva 20’ê Nîsanê saet di 4’an de nivîsand. Min hestên xwe bi vî awayî vegotin. Onder, li Tirkiyeyê nûnertiya aştiyê dike. Sirri Sureyya Onder dilê xwe, hemû hebûna xwe ji bo aştiyê feda kir. Mirovekî baş e, siyasetmedarekî baş e. Dema bûbû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê min ji bo wî berhemek amade kiribû. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê heta niha jî min hewl da têkildarî her hilbijartinê û geşedanên rojane tiştekî bikim. Hêviyeke aştiyê heye. Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê kesayetekî girîng e. Min hemû hestên xwe di stranê de nivîsand. Xwedê êşa wî nîşanî me nede. Tekane daxwaza min ew e ku baş bibe û dîsa vegere.”    GOTINÊN HELBESTÊ    Gotinên helbestê yên bi Tirkî ya strana “Diren Sırrı” wiha ne:    “Diren Sırrı diren Sırrı   Sendedir barış'ın Sırrı   Dualarımız senle    Şifa versin yüce tanrı    Uyan Sırrı Süreyya   Seni çok özledik be ya   Hadi kalk bir espri yap   Şen olsun bütün dünya   Kenetlendik hep beraber   Bekliyoruz iyi haber   Geçecek bu acı günler   Güven bize sayın Önder   Uyan torun dede görsün   Bilirim yaralı göğsün   Umutlar bir bir yeşersin   Ülkemize barış gelsin   Barış incitmez kimseyi   Getirir huzur neşeyi   Açar gonca menekşeyi   Renklendirir tüm ülkeyi   Ser verdin sen sır vermedin   Rahat bir gün görmedin   Direndin hep barış için   Asla sözünden dönmedin   Pes etme ha Sırrı sakın   Ülkemize barış yakın   Yoruldu koca yüreğin   Ödenmez ki senin hakkın   Pes etmek yok Sırrı Başkan   Bekliyor meclis ve divan   Namerde kalmasın meydan   Sen şifa ver ey yaradan.”    MA / Melîk Çelîk