Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran 2025-04-29 16:31:23   DÊRSIM - Bi hinceta ku li Dêrsimê li ber stranên “Berxwedan xweş doz e" û "Herne Pêş" govend gerandine, 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 8’ê Sibata 2024’an de li Dêrsimê “Meşa Mezin a Azadiyê”li dar xist. Der heqê 5 kesên tev li meşê bûn, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. Danişîna dozê hat lidarxistin. Doza Hevserokên Bajar ên berê Esma Ataş û Ozcan Gurtaş, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Nazli Oz Çelîk û Ozer Laçîn, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê hat lidarxistin.    Di danişînê de dozgerî heman mutalaaya xwe ya bi dîroka 25’ê Adarê dubare kir û îdiaya “Bi hestên nefret û dijminatiyê, stranên ku aştiya civakî û pergala cemaweriyê xera bikin hatine gotin” kir. Dozgerî xwest bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ceza were birîn.    Parêzeran jî diyar kirin ku çalakiya partiya siyasî weke sûc hatiye nîşandan û daxwaza beraetê ya miwekîlên xwe kirin. Parêzeran, dan zanîn ku emniyetê wergera gotinên stranên “Berxwedan xweş doz e" û “Herne Pêş” li ser Google Translateyê kirine û werger xeletin.    Her wiha parêzeran gotin ku ev stran stranên gelerî ne û di gelek şahî û çalakiyan de tên gotin.    Dadgehê cuda cuda li her 5 kesan 10 meh cezayê hefsê birî û biryara taloqkirina cezayê da.