Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin 2025-04-29 15:54:18   ENQERE - Şandeya dadgehê der heqê parêzerên dixwestin beşdarî danişîna doza revandina zaroka Êzidî bibin û negirtin eywana danişînê de serlêdana sûc kir. Parêzeran bertek nîşanî biryarê dan.    Zarokek a Êzidî di sala 2017’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate revandin û li ser înternetê (dark web) dabûnber firotinê. Di Sibata 2021’ê de jî bi ser hucreya rêxistinê de hatibû girtin û zaroka Êzidî hatibû rizgarkirin. 9’emîn danişîna doza revandina zaroka Êzidî li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Di dozê de tenê bersûcek hat darizandin.    Şandeya dadgehê beriya danişînê nehişt parêzerên belgeya rayeyê pê re hene têkevin eywana danişînê. Şandeyê, der heqê parêzerên piştî vê astengkirinê xwestin têkevin eywanê, bi îdiaya “hewldana astengkirina darizandina adilane” biryara serlêdana sûc da.    Danişîna dozê ku dihat payîn biryar were dayin, taloqî 30’ê Hezîranê hate kirin.    Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Saylan diyar kir ku şandeya dadgehê “sûcê li dijî mirovahiyê” jinedîtî ve tê û got: “Ji destpêka dozê heta niha nahêlin rêxistinên civaka sivîl dozê bişopînin. Ji bo faîl bêceza nemînin em ê dozê bişopînin.”    'EM Ê NEHÊLIN SÛC WERE VEŞARTIN’    Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk jî wiha got: “Di şexsê zarokekê de rûyê tarî yê şer hatiye dîtin. Lewma jî dozeke sembolîk e. Civaka Êzidî rastî qirkirineke pir mezin a DAIŞ’ê hat. Komîsyona Sûriyeyê ya Serbixwe ya NY’ê jî weke sûcê qirkirinê qebûl kiriye. Di çarçoveya vî sûcî de bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û hêj mexdûr in. Em ê destûrê nedin ku di vê dozê de vî sûcî veşêrin.”